Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Î’lem eyyuhel ezîz! Zikra kelîma tewhîdê, bi tekrar tê domandinê; da ku eleqe û bendên ku qelb, bi gelek tiştan ve girêdidin, werin qutkirinê. Û ji bo ku rûyê nefsê, ji wan mehbûbên ku qasî pût û seneman dihewîne, bête zivirîn. Digel vê qasê, çawa îşaret dike ku ew xasse û latîfeyên ku di wî zatê zakir de ne, tewhîdên wanê cihê cihê hene. Her wusa jî, ji bo wê yekê ne ku, eleqeya wan şerîkên ku li gorî wan in, bêne birînê.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Îstifadeya ji sewaba Fatîheyeke Şerîf a ku însan, mesela ji eqrebayekî xwe re  dixwîne, yek û hezar wekhev in. Çawa ku di bihîstina kelîmeyeke ku ji dev derdikeve de, cemaetek û ferdek yek in. Lewra tiştên letîf û nûranî, wek çapxane ne. Ji gotineke ku tê çapkirinê, hezar heb gotin dertên.

   Û dîsa, ev yeka îşareteke ku di tiştên nûranî de, digel yekbûnê, zêdebûn jî heye. Yanî, di tiştekî nûranî de, hezar sewab hene.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Meqamê mehmûd ê Nebiyê Zîşan (s.) di hukmê maîdeyeke îlahî û sifreyeke rebbanî de ye. Belê, ew lutf û feyz û nîmetên ku li mexlûqat tên parvekirinê, tev ji wê sifrê dizên û diherikin. Selewata ku li ser Pêxemberê Zîşan (s.) tê dayînê, îcabet û qebûlkirina daweta li ser sifreyê ye.

   Û dîsa, ew kesê ku selewata şerîf dixwîne, gava zatê pêxember (s.) bi wesfekî ve diwesifîne, bila bîne hişê xwe ku, ka ew sifata girêdayî bi ku ve ye; da ku bibe teşwîq, tekrar bi tekrar ji anîna selewatan re.

   Î’lem ey alimê dîn! Nebêje heq û ucretê min hindik e, rûmet û qîmet ji ilmê min re  tune û wuha xemgîn nebe û berxwe nekeve. Lewra, xelat û ucreta dunyayê, li îhtiyacê dinêre; li gora qîmet û rûmeta zatî, nîne. Meziyeta zatiye jî, li mukafatê axiretê dinêre. Êdî ku wusan e, meziyetê xwe yê zatî, ji mukafata axiretê re bihêle. Bi çend qurişên menfîeta dunyayê, nede.

    Î’lem ey nivîskarê ku bi sifetê bang û xîtabeta umûmî û bi zimanê rojnameyê, konferans dide! Heqê te heye ku, tu nefispiçûktiya xwe nîşan bidî û poşmanî û qusûra xwe, îlan bikî. Feqet qetiyen heqê te tune ku, tu bi herze û terre turre yên dijê şeaîrê Îslamiyetê, Îslamê lekedar bikî.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat