ZUHRE
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
Muqeddîme
Duwanzdeh sal beriya 1 telîfa evê rîsaleyê, bi alîkariya Xweda, derheq merîfetullahê de, hin çirûskên tewhîdê, di hereketeke fikrî û seyaheteke qelbî û înkişafeke rûhî de, bi min eyan bûbûn û min ew bi awayê noteyan û bi Erebî û bi navê Zuhre, Şûle, Habbe, Şemme, Zerre, Qatreyê qeyd kiribûn. Bi tehrekî wusa hatibû nivîsîn ku ji heqîqeteke dirêj, tenê çimekî wê hatibû nîşandan û ji nûreke rewnak, tenê çirûskeke wê hatibû rave kirin. Hema min xwe re wek hin xatira û hin îxtar, nivîsîbû. Lewma, îstifadeya yên dinan, mehdûd mabû. Xasma piraniya birayên min ên bijarte û xas, Erebî nexwendine. Bi israr û peyketina wan, ez mecbûr mam ku mealeke wan nota û çirûskan a hebekî bi şîrove û hebekî jî kin, binivîsim.
Ev notayana û rîsaleyên Erebî, ji ber ku Seîdê Nû di ilmê heqîqetê de, cara ewil bû ku bi awakî şuhûdî dîtibû, lewma neguherand û tenê mealên wan nivîsî. Lewma hin cumle û mijarên ku di Gotinên din de hene, li vir jî hatine îfade kirin. Û hinekê wan digel ku kurt û mucmel in, naynê şerh û şîrovekirinê. Da ku letafet û xweşikayîya xwe ya eslî winda nekin.
Seîdê Nûrsî