mirinê dike; ew lezzeta, dikeve pêşîya wan tirsan. Dayîkên heywanî, ji ber ku wezîfeya wan e, çêlik û têjik û kudikên xwe yên piçûk, bi lezzet hîmaye dikin. Lê piştî ku mezin bûn, wezîfe xilas dibe û lezzet jî, diçe. Mirîşk carna li cûcika xwe ya ku bûye varik dixe û hebbeyê jê distîne. Lêbelê wezîfa dayîkên alema însanî, heta qasekî dewam dikin. Lewra bi sebeb acz û feqra bi însan re, her tim zaroktî heye. Her dem jî, muhtacê şefqetê ne. Han, li hemû mêrên alema heywanan ên wek dîkan û li dayîkên wan ên wek mirîşkan binêre û bizanibe ku evana li ser hasabê xwe û li ser navê xwe û ji bo kemala xwe, ewê wezîfeyê nakin. Lewra, gava îcab dike, heyata xwe di wezîfê de feda dikin. Bîlakîs li ser hesabê Munîmê Kerîm û li ser navê Fatirê Zulcelal, wan wezîfeyan dikin ku Wî, wana bi wê wezîfeyê ve wezîfedar kiriye û bi rehmeta xwe, di nav wê wezîfeyê de, lezzetekî derc kiriye.
Him delîlekî ku di xizmetê bi xwe de, lezzet heye, ev e ku: dar û nebat, bi tehrekî ku coş û lezzetê nîşan didin, emrên Fatirê Zulcelal bi cîh tînin. Lewra, ewan bêhnên xweş ku belav dike û xeml û xêza wan a ku bala muşteriyan dikşîne û xwe fedakirina wan a heta ku xwe pûç dikin, ji bo simbil û fêkiyan; nîşanê ehlê dîqqetê didin ku bicîhanîna wan a emrê îlahî de, lezzeteke wusa heye ku xwe dimahînin û pûç dikin.
Binêre, darên meywedarên wek ê hêjîr û guzên hindî ku gelek konserveyên şîr li ser serê xwe bar kirine, bi lîsanê halê xwe, ji xezîna rehmetê, rizqekî herî xweşê wek şîr dixwaze û digre û dide fêkiyên xwe; bi xwe jî, çamûrekî dixwe. Him dara hinarê şirûbeke safî, ji xezîneya rehmetê digre û dide fêkiyên xwe; bi xwe jî, qîma xwe bi aveke herî û şêlû, dike.
Hetta di dexl û dan de, di wezîfeya zîl dan û sinbildana wan de, coşeke eşkere dixuyê. Merivekî ku di ciyekî teng de hatibe girtin, çawa bi hewes û hesret dixwaze ku derkeve bostanekî û ciyekî fireh. Her wusa jî, di dexl û dan de, di wezîfa sunbuldayîna wan de, weziyeteke wusa şanaz û şewqengîz tê xuyanê.
Han, ji ber evê dustûra berfireh a esrarengiz ku di kaînatê de berdewam e û jê re sunnetullah tê gotinê, yên betal, bêkar, teral û di îstirehetê de û di nav nivînên rihetiyê de veleziyane, bi piranî ji yên xebatkar û şixulker pirtir,