xeyalên evî zeman û muhîtî derkevin û bi tayyê (qatkirin) zeman û mekan, em xeyalen herin Cezîretul Erebê û ewî zatê payebilindê ku li Medîneya Munewwere, derketiye ser mînbera xwe ya seadetê ya bilind û nûranî, bi xutbe û xîtabetê, hemû beşeriyetê îrşad û îkaz dike; em bi çavên xwe bibînin û gotinên wî guhdarî bikin.
Va ye em xeyalen çûne wê derê. Binêre ku bi rewşeke xarîqe, ew murşîdê umûmî, ew xetîbê qudsî yê rû delal û xûy delal, kitabeke mu’cîzul beyan û tijî cewher, daye destê xwe, xutbeyeke ezelî ya ku ji meleyê ala nazil bûye, ji temamê însanan re dixwîne. Û li hemû benî adem û cinn û mexlûqat dide guhdarî kirin. Belê, qala tiştekî pir mezin dike. Muamma û razên xilqeta alemê yên ecêb, vedike. Tilisma derheq sirra hikmeta kaînatê de, rave dike. Bersivan dide wan her sê pirsên ku aqilan di nav ecz û heyretê de dihêlin û felsefe û ilmê hikmetê, wan erzê însanan dikin, yên wek ku “Hûn kî ne? Ji ku tên? Diçin ku?”
REŞHEYA PÊNCAN: Ey Heval! Li vî zatê nûranî, murşîdê îmanî, Resûlê Ekrem Eleyhîsselat û wesselam binêre. Bi nûra wê heqîqeta ku belav kiriye û bi ronahiya heqê, çawa şeva new’ê beşer, qulibandiye rojê û zivistan kiriye bihar. Bi vê înqilaba ku di alemê de çêkiriye, rewşa alemê guherandiye, xistîye şiklekî nûranî. Belê, eger bi wê rewşenî û rindiya rohnîdar a wî Zatî, li kaînatê neyête nêrîn, dê kaînat di nav şîn û matemxaneke umûmî de bihata xuyan. Dê temamê mewcûdat, li hev bibûna av û agir, xerîb û neyar. Dê cemadat û eşya, wekî cenazeyan bihatana xûyan. Dê heywan û însan, ji tirsa mirin û firqetê, weka sêwiyan, ax û wax bikirana. Dê kaînat, bi herekat û guherîn û cihêrengî û neqşên xwe ve, wek leyîstokeke di destê tesadufan de, bihata dîtin. Baxusûs dê însan, zelîl û heqîr bimaya û daketa jêrtirê heywanan.
Ha bi vê nezer û nêrîna îmana ku wî zatî ders daye, ger li kaînatê neyête nihêrtin, kaînat dikete rewşeke wuha tarî û tirsnak. Feqet wexta bi çavê wî murşîdê kamil û bi berçavkê îmanê bête nêrîn, dê her alî, di rewşeke rohnî û bi şewq û şemal, jîndar û ruhdar, xweşik û delal de, bê xuyanê.
Belê kaînat, bi nûra îmanê, ji rewşa matemxaneya umûmî derdikeve û dibe mescîdeke zikr û şukrê.