Ger sultanekî ku mukafatê nede îtaetkaran û cezayê nede asiyan, selteneta wî, hildiweşe. Û dîsa ji bo sultanekî lazim e ku li milê wî yê rastê, lutf û merhemet; li aliyê çepê, qehr û terbiye hebe. Mukafat, lazima merhemetê ye; terbiye jî, cezayê dixwaze. War û wargehên mukafat û mucazatê jî, axiret e.
Dîsa, sultanekî ku xwedî hikmet û edaleteke bilind be, ji bo ku şanê selteneta xwe ji qusûran biparêze, lutf û keremê li kesên ku dexaletê wî kirine, dike. Û bo ku heşmet û mezinahiya hakimiyeta xwe nîşan bide, huqûqa milletê xwe muhafeze dike. Qismekî muhim ê van rewşan, li axiretê pêk tên.
Û dîsa ji sultanekî ku xwedî xezînên heta devan re tijî û xwedî sexawet û kerema mutlaq re, war û diyarekî ziyafetê yê umûmî û daîmî lazim e. Û berdewamî û beqaya muhtacên cihêreng û cûrbecûr dixwaze. Ev jî, bes li axiretê mumkun e.
Û dîsa xwedî rindî û cemal, her dem dixwaze ku rindî û cemala xwe bibîne û bide dîtinê. Ev jî, hebûna axiretê dixwaze. Lewra cemaleke daîmî, bi muştaq û evîndarekî muwaqet û demî, razî nabe; dewama wê jî, dixwaze. Ev jî, îcaba axiretê dike.
Û dîsa, sultanekî ku derheq alîkariya medetxwazan û cewabdayîna bi duagoyan de, xwedî şefqeteke pir rehîmane ye –ku daxwazeke herî piçûk a mexlûqekî herî piçûk, tavilê didyê– helbet hewcedariyeke temamê mexlûqan a herî mezin, pir bi hêsanî, çêdike. Îhtiyaceke awha gelemperî û girîng, bes axiret e.
Û dîsa ji kirin û îcraatê wî tête fehmkirinê ku, ev zata xwedî seltenetekî pir xarîqe yê muhteşem e; lê digel vê yekê, bo îctima û civîna milletê xwe, tenê misafirxaneke piçûk û teng çêkiriye; millet nikare bi daîmî tê de bi cîh bibe, daîma tijî dibe û vala dibe. Û meydaneke îmtîhanê heye; her tim diguhere, diqulibe. Û meclîsên wî sultanî hene; da ku hin numûneyên hinek îhsan û eserê senetê wî nîşan bidin; dem bi dem diguhere. Ev rewş û weziyet, bi eyan û beyan delalet dike ku li dû vî war û meydan û pêşengeha teng, dîyarekî qedîm, qesrên qaîm, xezîneyên vekirî hene û dê ehlê wir, tê de daîmî û sabît bimînin.