Êdî ku wusan e, qelb pace û şibakek e ku ber bi ebedul abadê, hatiye vekirin. Bi vê dunya fanî, razî nabe.
Î’lem eyyuhel ezîz! Quran, ji asîman nazil bûye. Bi nuzûla wê re, sifreyeke îlahî û maîdeke semawî jî, daketiye erdê. Ev sifreya han, li gorî iştîha û îstifada tebeqên beşer, cûreyên safheyên wê hene. Sefha ewil a ku li ser wê sifrê ne, tebeqeya ewam e. Mesela; ev ayeta kerîme ya
اَنَّ السَّمَوٰاتِ وَ اْلاَرْضَ كَانَتَا رَتْقًا فَفَتَقْنَاهُمَا
ji tebeqa ewil a beşer re, evê maneyê tîne ziman û îfade dike:
Çawa ku asîman, bê ewr û bi esmanê sayî, nikare ku baranê bibarîne. Her wusa, erdê hişk jî, zipî zuha ye û nikare gîha û nebat hêşîn bike. Paşê, me ew herduyan jî, ji hev derxist û navbera wan vekir. Ji yekî de, av hate xwarê û ji yê din jî, gîha û nebat derketin. Ayeta kerîme ya ku delaletê evê maneya ayeta ku me qal kir dike, ev e;
وَجَعَلْنَا مِنَ الْمَۤاءِ كُلَّ شَىْءٍ حَىٍّ
Lewra, xida û xwiregê ku heyatên heywanî û nebatî muhafeze dikin, bes bi zewaca erd û esman dizên û diwelidin.
Di pişt sefha tebeqa ewam de ku me behs kir, sefheyeke wuha jî heye ku; ev îşaret e ku ji wî maddeyê acînnî yê ku ji nûra Muhemmed (s.) hatiye çêkirinê; roj û gersitêrk, ji mecûn û hevîrê wê nûrê hatine fesilandin û veqetandinê. Delîla vê menayê jî, ev hedîsa şerîf a
اَوَّلُ مَا خَلَقَ اللّٰهُ نُورِى
ye.
Mîsala duduyan: Di sefheya –ku aîdê tebeqa ewamê ya– vê ayeta kerîme ya
اَفَعَيِينَا بِالْخَلْقِ اْلاَوَّلِ بَلْ هُمْ فِى لَبْسٍ مِنْ خَلْقٍ جَدِيدٍ
de, ev maneya hanê heye: