Melûm e ku li gor mîzana cuzî îxtiyara ku ji hundir dinuqute derva û li gor dereca îhtiyacê û li gor musadeya qabîliyetê û li gor nîzam û lihevhatina hakimiyeta esma, feyz û bereket, tê hildanê. Her wuha, lêgerîna ezamet û mezinahiya rojê, ya di pelqikekî de, ne karê yê bi aqil e.
Î’lem eyyuhel ezîz! Însan, senetekî wusan e ku bi hikmet hatiye çêkirin. Ji ber ku delîlê eyan û beyan e ji hekîmiyeta Sanî ya xayet mezin re, her wekî hîkmetekî naqişandî yê şênber e û li ber çavan e. İlmekî muxtarê xwedî wucûd e. Qudretekî li ber çava yê xwedî şexsiyet e. Her wuha jî, mehsûl û encama fîîlekî wusan e ku tişta ku qabîliyeta wî îrade dike, didiyê. Madde û neynika îkram û îhsaneke wusa ne ku waqifê hemû hewcedarî yê xwe ye. Sûretekî xêzên qedereke wusan e ku tiştên lazim û munasibê bunya wî nin, dizane; bi vê zanînê, çawa xwe ji Malikê xwe yê ku xwediyê her tiştî ye, ta dike û dikeve xefletê? Û çawa dikeve wê zennê ku Raqîbekî Semî, Basîr, Alîm, Mucîbê ku hemû cînayetên wî dizane û îhtiyacên wî pê eyan e û hewcedariyên wî bi cîh tîne û gazî û hawarên wî dibhîse, li ser wî re tune ye?
Ey nefsa nebaş a emmare! Çawa tu xwe xaric û derva zen û tewehhum dikî? Ger tu ji daîra bicîhanîna emrên îlahî derkevî, yan tu yê wekî ku piyê her kesî maç bikî, ji hurmet û rîayeta her tiştî re mecbûr bibî; yan jî, tu yê ehemniyet nedî tu tiştekî û ji binî ve bibî zulumkarekî. Ev barekî giran e, tu nikarî hilgirî. Ya baş ew e terka şirka ku ecnebî ye, bike û bikeve daîra mulkê Xweda. Da ku rihetîyê bibînî. Wer ne, tu yê bibî mîna wî merivê ku li keştiyê sar bûye û barê xwe daniye ser milê xwe.
Î’lem eyyuhel ezîz! Xaliqê ku însanekî xuliqandibe, ecayîbtî û dûrtiyeke ji aqilan nîne ku ewî hemû alemê û bi tevî muştemîlatê wê, çêkiri be. Lewra, çawa xulqa însanekî, bi xulqiyeta eşyayê ku ew navê de ye, pêk tê; xulqa alemê jî, bi xulqiyeta muştemîlatê wê ve pêk tê. Û dîsa, însan nimûneyek e û fîhrîsteyek e piçûk e, ji alemê re. Lewra ne mumkun e ku xaliqê qawunê, yekî dinê yê ku xêncî xaliqê dendikê wî, be.
Î’lem eyyuhel ezîz! Îqtîdara te kin û qut e, dewama te hindik e, heyata te mehdûd e, rojên umrê te bi jimar in û her tiştê te, fanî ye.