Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Ger ew faîde û menfîetên dunyewî, ji wî îbadetî re, yan jî ji wî ewradî re, yan jî ji wî zikrî re bibin armanc û xaya esasî, yan jî parek jê; ewî ibadetî qismen betal dike. Hetta ewî wirdê bi xasiyet, eqîm dihêle û bêencam dike. Ha îcar ew kesên ku evê sirrê fêm nakin, mesela Ewradê Qudsiyê Şahê Neqşebendî ku bi sedan faîde û xasiyetên wî hene, yan jî Cewşenul Kebîr a ku hezar xasiyetên wê hene, hin ji wan faîdeyan, wek meqsedê eslî nîyet dikin û wusa dixwînin. Ne mumkun e ku wan faîdeyan bibînin û ewê nebînin û heqê wan tune ku bibînin jî. Lewra, ne mumkun e ku ewan faîdeyan bibin armancên esasî ji bo wî ewradî.

   Û ewana, bi qest û emd ji wê ya nayên xwestin. Lewra, ew bêyîxwestin û bi şiklê fedl û keremê, ji wî wirdê xalis re dibin fêkî û encam. Şayet qest û niyet, ku ewana bin, hema bêje îxlas namîne. Hetta ji îbadetê dertê û ji qîmetê de dikeve. Lê tenê ev ferq heye ku ji bo xwendina van ewradê bi xasiyet, însanên zeîf muhtacê teşwîqê ne. Wan faîdeyan bifikire û were coş û cehdê û sirf ji bo riza îlahî, ji bo axiretê bixwîne, zirara wê tune. Him jî meqbûl e. Ev hikmeta han ji ber ku nehatiye fêhm kirin, pir kes, ji bela ku faîdeyên ji eqtab û selefê salihîn hatine rîwayet kirin, nabînin; dikevin şek û şuphê, hetta înkar jî dikin.

   Meseleya Sisêyan:

طُوبٰى لِمَنْ عَرَفَ حَدَّهُ وَلَمْ يَتَجَاوَزْ طَوْرَهُ 

  Yanî “Xwezî li canê wî kesî ku xwe dizane û ji  heddê xwe dernayê”. Çawa ku ji zerreyeke camê, ji dilopeke avê, ji hewzekê, ji behrê, ji hîvê bigre, heta gersitêrkan; cîlweyên rojê hene. Her yek ji wan, li gora qabîliyeta xwe, eksa rojê û mîsala wê, di xwe de digre û heddê xwe dizane. Dilopekî av, li gor qabîliyeta xwe, dikare bêje ku “ekseke rojê di hundirê min de heye”. Lê nikare bêje ku “Ez jî qasî neynikeke wek behrê me”. Her wusa jî, li gor cihêrengiya cîlweyên esmayê îlahî, di meqamên ewliya de jî, ewqas mertebe henin. Her esmayekî îlahî, mîna rojekê, ji qelbê heta erşê Xweda, cîlweyên wan hene. Qelb jî, erşek e. Lê nikare bêje ku “Ez jî wek erş im”.

   Ev car yên ku li şûna zanîna ecz û feqr û qusûr û noqsaniya xwe ku esasê ubûdiyetê ne, bi awayê naz û fexrê diçin, qelbên xwe yên mîna misqala zerreyê, qasî erşê ela dibînin. Meqamên xwe yên qasî dilopekî, bi meqamên ewliyayê wek behrê, tevlihev dikin. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat