Î’lem eyyuhel ezîz! Keramet û îstidrac, manen ji hev cuda ne. Lewra keramet wek mucîzeyê, fîîla Xweda ye. Û ew xwediyê kerametê jî, dizene ku keramet, ji Xweda ye; him dizane ku Xwedê Teala hamî û reqîbê wî ye. Tewekkul û qeneeta wî jî, zêde dibe. Lakîn carnan, bi îzna Xwedê haya wî ji kerametê wî dibe; carnan jî nabe. Ya ewla û silemettir jî, ev qismê han e.
Lê îstidrac, di dema xefletê de û ji înkişafa tiştên xeybî û ji nîşandana fîîlên xerîb çêdibe. Lêbelê, xwediyê vê îstidracê, pirî dispêre nefsa xwe û ewqas dide hêz û îqtidara xwe û enaniyet û xurûra wî, wusa diwerime û mezin dibe ku êdî dest bi xwendina
اِنَّمَۤا اُوتِيتُهُ عَلٰى عِلْمٍ
dike. Lakîn, ger ew înkişaf, di encama safîbûna nefsê û rewneqdariya qelb pêk bê, di tebeqa ewil de, di navbera ehlê îstidrac û ehlê kerametê de, ferq tune. Lê yên ku bi temamî mazharê fenayê bûne, ji wan re jî, bi îzna Xweda, tiştên xeybê înkişaf dikin. Û ewna jî, bi hest û hewwasên xwe yên ku bûne fenafîllah, wan eşyana dibînin. Firqa vê ya ji îstidracê pir eşkere ye. Lewra, ew nûraniyeta wan a ku ji hundir derketiye der û zahir, bi tarîtiya riyakaran ve, tevlihev nabe.
***
وَاِنْ مِنْ شَىْءٍ اِلاَّ يُسَبِّحُ بِحَمْدِهِ
Î’lem eyyuhel ezîz! Tesbîhat û îbadet, bi cûreyên xwe yên bêhed û bêhesab, di her tiştî de hene. Feqet lazim û şert nîne ku her tişt, her daîm, hemû aliyên tesbîhat û îbadetên xwe bizanbin û têbighên. Lewra, husûl, îcaba huzûrê nake. Yên ku tesbîh û îbadetê dikin, tenê bizanibin ku ew emelê dikin, tesbîhekî mexsûs e yan jî îbadetekî sifatê wî melûm e, bes e. Jixwe ilmê Zatê Mabûdê Mutlaq, kafî ye. Ji ber ku xêncî însan, di mexlûqê din de, teklîf û îmtihan tune, ji wan re niyet, ne lazim e. Û dîsa, ne lazim e ku sifatê emelê xwe jî, bizanibin.