Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Î’lem eyyuhel  ezîz! Dunya, di hukmê fîhrîsta alema axiretê de ye. Di vê fihrîsteyê de, yek ji wan îşaretê bi bal meseleyên muhimê axiretê dikin, lezzetên ku di rizqê cismanî de ne. Di vê dunya fanî û zelîl û rezîl de, ji bo nîşandan û dayîna evqas nîmetan, ji wan hewas û hîs û hest û cîhazat û ezayên ku di wucuda însan de hatine çêkirin, tê fehm kirin ku di alema axiretê de jî, di bin qesrê

تَجْرِى مِنْ تَحْتِهَا اْلاَنْهَارُ

de, dê ziyafetên cîsmanî yên hêjayê ebediyetê, hebin.

   Î’lem eyyuhel  ezîz! Weqta ku însan, berê tirs û muhebbeta xwe, bide bi bal xelqê, tirs ji insan re, dibe derd û belayekî. Muhebbet jî, dibe wek musîbetekî. Lewra, ew mirovê ku tu jê ditirsî, yan li te merhemet nake û yan jî, gazî û hewara te, seh nake. Ew şexsê ku tu jê hez dikî, yan te nas nake, yan jî, tenezzulê hezkirina te nake. Lewma, berê tirs û muhebbeta xwe, ji dinyayê û ji ehlê dinyayê bizivirîne. Berê wan bide Fatirê Hekîm. Da ku tirsa te, ji hembêza merhameta Wî re, wek zarokê ku xwe davêje ber dilê diya xwe, bibe tezelluleke lezîz. Û muhebbeta te jî, bibe wesîleya seadeta ebedî.

   Î’lem eyyuhel  ezîz! Tu fêkiyekî yan jî dendikekî dara xilqetê yî. Di hêla cîsm û maddîyatê de, cuzekî piçûk û aciz û zeîf î. Feqet Sanîê Hekîm, bi lutfa xwe, bi senetê xwe yê letîf, te ji cuzîtiyê derxistiye, xistîye kullîtiyê.

   Bi saya heyata ku daye cîsmê te, bi hest û hissiyatên fireh, li ser alema şehadetê seyr û seyahat dikî û wuhareng, di alîkî de ji qeyda cuzîtiyê xilas bûyî. Û dîsa, bi dayîna însaniyetê, bilquwwe tu di hukmê kull de yî. Û dîsa, bi îhsana îman û Îslamiyetê, bilquwwe tu bûyî kullî. Û dîsa, bi îkrama merîfet û muhebbetê, tu bûyî nûrekî muhît.

   Ji ber vê qasê, ger tu meyla dunyayê û lezzetên cismanî bikî, tu yê bibî cuzekî aciz û zelîl. Eger cîhazên xwe, li ser hesabê Îslamiyeta ku jê re însaniyeta kubra ya mezin tê gotin, serf bikî; tu dibî kull ekî û kullî yekî. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat