Madem, benî Adem, fêkiyê kainatê ye, çawa ku li xerman û bêderekî, simbilê genim tên kutan û hûrkirin, piştî ku didin bayê, heb û fêkiyên wê, hildidin û diparêzin. Her wusa jî, meydana heşrê jî, xermanek e. Li benda însanê ku siml û semerê kaînatê ye.
Î’lem eyyuhel ezîz! Di vê alema umûmî ya li ber çavan de, ji bo her însanekî, alemeke wî ya xusûsî heye. Ev alemên xusûsî, eynî wek alema umûmî ne. Lê merkeza alema umûmî, roj e; merkeza alemên xusûsî jî, şexs e. Mifteyên her alemeke xusûsî, li ba xwediyê wê alemê ye û bi latîfe û hestên wî ve girêdayî ne. Delalî û zelalîya wan alemên xusûsî, qencî û xerabî, tavî û tarîtî ya wan, girêdayî wan şexsên ku merkezê wan in. Belê çawa baxçekî ku di neynikê de dixuyê, di hal û weziyeta xwe ya wek hereket û guherîn û h.w.d. de, tabiê neynikê ye. Her wusa, alema her şexsekî jî, girêdayî ewî şexsê ku merkez e. Her wekî sîh û mîsalê…
Lewma, li piçûkbûna cismê xwe nenhêre û gunehên xwe jî, piçûk nebîne. Lewra, reşayiyeke qasî zerreyekî ya di qelbê de, berê hemû sitêrkên alema te ya şexsî, digrin.
Î’lem eyyuhel ezîz! Sî sal e ku ez bi du taxûtan re mucadele dikim. Yekî wî, di însan de ye; yê din, di alemê de ye. Yek, ene ye; ya din, tabîet e. Min taxûtê ewil, wek neynikeke bi sîh û bêemd û îrade, dît. Lê yên ku bi emd û qesd û bîzzat, ehemniyet û qîmet bidine wî taxûtî, dibine Nemrûd û Fîrewn.
Lê taxûtê duduyan, min ew di dirûvê senetekî îlahî û sibxetekî rehmanî de, yanî wek boyaxeke neqişandî, dît. Lêbelê gava bi nezera xefletê, lê bê nihêrîn, wek tabîeteke bi serê xwe, tê zenkirin û ji hêla maddeperestan ve, wek îlah tê hebandin. Digel vê qasê, ew tiştê ku wek tabîeteke serbixwe zen dikin, senetekî îlahî ye. Hemd û şukur ji Xweda Telala re ku ew mucadeleya min a ku me qal kir, bi feyz û bereketa Quranê, bi kuştina her du taxûtan û bi şikestina her du pûtan, qedya.
Belê, çawa ku di rîsaleyên min ên Nuqte, Qetre, Zerre, Şemme, Hebbe, Hubabê de hatiye îzah û îspatkirin ku perdeya tabîeta mewhûm, hate dirandin û di bin de, şerîeta fitrî ya îlahî û senetê şuûrî yê rehmanî, weke rojê derketiye holê. Û her wuha, ji ene ya ku destkîsî û rêberiya Firewntiyê dike, hûwe ya ku berê wê li Saniê Zulcelal e, hate der.

