yektiya qelemê dike; lewma ji van yekan tête zanîn ku çiqas mutewafiq û muteşabih hebin, yanî hemû tiştên lihevhatî û lihevçûyî, eserê sen’etê Zatekî Wahîd in.
Mîna vê hawê, ew suhûlet û hêsaniya mutlaq a ku di çêkirin û îcada mexluqan de tête dîtin, di dereca wucubê de dide îcabkirin ku temamê mexlûqat, eserê Sanîekî Wahîd in. Eger na, dê zor û zehmetî, bigihîşta dereceyeke bê îmkanî û muhaliyeteke wisan ku temamê rêyên wan new’ û cinsên ku ji tunebûnê dertên hebûnê, li wan bihata girtin. Lewma, çewa ku şirîkê Xwedê Teala yê zatî tune ye. Lewra nîzam û întîzam xera dibe û alem diçe fesadê. Wusan jî, di karê wî de jî, şirîkê wî, tune ne. Lewra ji ber wê zor û zehmetiyê, alem ji tunebûnê nedihate wucud û hebûnê.
LEM’EYA DONZDEHAN: Ey heval! Çawa heyat, delîlê yekbûn û hebûna Xaliqê bêmîsal e, her wusan mirin jî, delîlê dewam û beqa Wî ye. Belê, çawa ku pelqikên wan çemên ku diherikin, wan behrên ku lêp lêdikevin û temamî tiştên şeffaf ku li ser rûyê erdê dibilisin, bi nîşandayîna tav û tîmsala rojê ve, dibin delîl ji hebûna rojê re. Piştî ku ew şeffafên wek pelqikan diteqin, dimirin û ditemirin; yên mîna wan ku li dû hev (muteselsîlen), têne cîhê wan, ji ber ku dîsa tav û tîmsala rojê nîşan didin; lewma ji dewam û beqaya rojê re şehadetê dikin û nîşan didin ku hemû tav û tîn û şewq û şemal, eserê yek rojekê ne. Han, evan tiştê bilîsok û şeffaf, bi hebûna xwe, delîlê hebûna rojê ne. Bi tunebûn û mirina xwe jî, delaletê dewam û beqaya rojê dikin.
Her wusa jî, temamê mewcûdat, bi hebûna xwe, delaletê wucûba wucûda Wacîbul Wucûd dikin. Bi mirin û tunebûna xwe ve jî, ew emsalê wan ên ku li dû hev û ji nû ve tên û şûna wan tijî dikin, şehadeta ezelîyet û ebedîyeta Xaliqê Wahid dikin.
Belê di hengama guherîna şev û rojan de, li dû hev hatina her çar demsalan de, di guhastina unsûran de, ev muameleya dewr û deweran û teslîmê ya ku di van mewcûdatên xweşik û rindik de û di van mesnûatên letîf û nazik de, daîma destedewrê hev dibin û cereyan dikin; bi şehadeteke qet’î, ji hebûn û yekbûn û beqaya Xwedî cemalekî daîmutecellî û mezin û sermedî re, burhanekî qetî yê şehadetê ne.