Zeyla Şûleyê
بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَنِ الرَّحِيم
Î’lem eyyuhel ezîz! Ji nûreke ku hemû kaînatê rapêçaye, qe tu tiştek nikare xwe veşêre. Û qet tu tiştek, li dervayê daîra qudreteke bêdawî, namîne. Yan na, ewçax lazim dibe ku ya bêdawî, bidawî be. Û her wuha, hikmeta îlahî, li gor qîmeta her tiştî, feyz û bereketê, didiyê. Û her kes qasî tasa xwe, ji behrê av hildide. Û her wuha, eleqedariya Qadirê Hekîm –ê ku muqaddîr e– bi tiştên mezin re, nabe maniê eleqedariya Wî ya bi piçûkan ra. Û her wuha, ji nezerekî berfirehê ku ji maddeyê mucerred e û zahir û batin e, tiştê herî mezin, tiştê herî piçûk yan jî cins, ferdekî xwe, nikare jê veşêre.
Û her wuha, tiştekî piçûk, li gor dereca senetê ku jê re bûye war û mazhar, mezin dibe. Û newê’n tiştên piçûk, mezin in. Û her wuha, ezameta mutlaq, qe tu carî, şirîkatiyê qebûl nake. Û her wuha, ji van eserên ku bi hêsayiyeke nedîtî û bi lez û bezeke xarîqe û bi têkûziyeke mucîzewarî, ji sexaweteke mutlaq diherikin, tê fehmkirin ku heywanên herî piçûkên wek mîkrob û yên avê û axê û hewayê û yên piçûktir, her derên alemê yên ku vala tên zanîn, tijî kirine.
Î’lem eyyuhel ezîz! Ger tiştê ku îcaba hub û hezîya te ya ji nefsa te re dike, nêzîkbûn be; ew çax lazim e ku hub û hezîya te ya ji Xaliq re, zêdetir be. Lewra Ew, ji nefsa te, nêzîktirê te ye. Belê, mexfiyat û veşartiyên ku di te de ne û fikr û îrada te nagihêjê, di bin nezer û ilmê Xaliq de ne.