û heta qasekî rihet dibe. Hal ev e ku, îtimada bi emel, ucb e; însan dibe dalaletê. Lewra heqê însan, di qencî û kemalatê ku kiriye de, tuneye; mulkê wî, nîne; nikare xwe bispêre wan.
Him wucûd û bedena meriv jî, ne malê meriv bi xwe ye. Lewra eserê senetê wî, nîne. Ewê wucûdê, di rê de, li erdê jî nedîti ye ku wek tîştekî bêxwedî û leqîte bike malê xwe. Tiştekî bêqîmetê ku hatibe avêtinê û însan jî ji xwe re hildabe, ew jî nîne. Bes ew wucûda, bi şehadeta wan neqşên balkêş û senetên xerîb ên ku tê de ne, xaniyekî qiymetdar e ku ji destê qudreta Saniekî Hekim derketiye û însan emaneten li wê malê rûdinê. Bi hezaran tesarrufatên ku di wê wucûdê de têne kirinê, jê bes yekê wî aîdê însan e.
Û dîsa, di nava sebeban de, yê xwedî îradeyeke herî şereftir û herî bihêztir, însan e. Di wan fîîlên ku bi navê fîîlên îxtiyarî û wek malê xwe zen dike de, di pêkanîna fîîleke herî piçûk a wek xwarin û vexwarinê de, ji sed payê wê, bes payek, para wî dikeve û aîdî wî ye.
Û dîsa, ew îradeya ku di destê însan de ye, gellek teng e. Digel ku di nav xewwasê însan de, yê ku daîreya wî herî fireh e, xeyal e. Ew jî, aqil û fêkî û encamên aqil, nikare rapêçe. Evan tiştên ku evqas mezin in, tu vana çawa dikî malê îradeya xwe û xwe bi wan ve qurre dikî?
Û dîsa, bêyî şuûra te, gellek tişt, di lehê te û eleyhê te de cereyan dikin û pêk tên. Ew kar û kiryar, şuûrkarane ne. Lê haya te jê tune ye. Lewma ji vê yekê sabît dibe ku faîlê wan karan, Sanîekî xwedî şuûr e. Ne tu faîl î û ne jî, sebebên te. Ji ber vê qasê, dest ji dewa xwedîtiyê berde. Xwe, wek kanî û xwediyê qencî û kemalan zen neke. Û bi qet’î bizanibe ku ji te û li te, tenê noqsan û qusûr in. Lewra ewan kemalatê ku îkramê te dibin, tu wan jî bi sûî îxtiyara xwe diguherînî û xerab dikî. Ew cesedê ku di hukmê mala te de ye, ew jî emanet e. Temamê qencî û başîyên te, hîbe ne. Ne malê te ne. Feqet xirabî û gunehên te, kesb û qezenca te ne. Lewma, bêje: