Remz
Ey heval! Çûndina di rêya kufrê de, ji çûna li ser cemed û qeşayê zortir û zehmettir û talûketir e. Lê rêya îmanê, wek ku mirov di avê de, yan li hewayê, yan jî, li tavê bimeşe û soberî û avjenî bike, bêzehmet û pir hêsa ye. Mesela: Weqta ku mirovek bixwaze wucûda xwe, bi her şeş aliyê xwe, ji tava rojê bide îstifade kirin, yan gere mîna Mewlewiyan li ber rojê li dora xwe bizivire û her derê bedena xwe bide tavê; yan jî, dê rojê ji wê mesafeya dûr de, celb û kaşê xwe bike û li dor bedena xwe bigerîne, bizvirîne. Şiqqa ewwil, mînaka rehetiya tewhîdê ye. Şiqqa duduyan, meseleya zehmetiya kufrê ye.
Pirs: Şirk, digel ku evqas zor û zehmet e, çima kafir şirkê tercîh û qebûl dikin?
Elcewab: Tu kes bi qesd û emd, kufrê qebûl nake. Lê şirk, bi hewayê nefsa wan ve digre, dizeliqe. Ewana jî, dikevine navê; dilewitin. Êdî derketina ji wir, zor û zehmet dibe. Lêbelê îman, teqîb û qebûlkirina wê, bi qest û qerar, bi îrade û vîn, pêk tê û wuhareng diniqute dil û li qelb tê bar kirin.
Remz
Ey heval! Di sehkirina kelîmeyekê de, însanek û hezar însan, yek in. Derheq xilqetê de jî, li bal Qudreta Ezelî, tiştek û hezar tişt, eynî yek in. Di navbera ferd û new’ê de, ferq tune ye.
Remz
Ey heval! Quran, ji bo temîna hemû îhtiyacên însan ên maddî û manewî yên di temamê zemanan de, nazil bûye. Lewma digel wê camîiyet û şumûl û berfirehiya xwe ya xarîqulade, rîayet û qedirzanîya wê ya ji hissiyata tebeqeya beşer re, bîlxasse qedirzanîna