Û dîsa, emrê ku bi ayeta
اِئْتِيَا طَوْعًا اَوْ كَرْهًا
ê daye erd û asîman, ji ber ku îtaetkarane tên qebûl kirinê, dereceya quwweta îrade û qudreta di wî emrî de û her wuha dereceya bilindayiya wî kelamî, eşkere dibe. Lêbelê ew emrê ku însan dide camîdat û bêcanan, li gor zeîfiya îrade û qudreta wî mutekellîmê însanî, firqa wan û tewşik û hezeyanên xeyalî namîne.
Î’lem eyyuhel ezîz! Îsmê tefdîlên ku di esma û sifat û fîîlên Xweda Teala yên wek E’lem, Ekber, Erhem, Ehsen de, tên bikaranîn, ziddê tewhîdê nîne. Lewra meqsed, muqayese û tefdîla mewsûfekî heqîqî û eslî, bi tefdîla mewsûfekî wehmî yan jî xeyrî heqîqî ye.
Û her wuha, ne dijê îzzeta îlahî ye jî. Lewra meqsed, ne muwazene û muqayeseyeke di navbera sifat û ehwalê îlahî û sifat û fîîlên mexlûqat e. Yanî, ne ku herdukan di sewiyekî de digre û paşê jî evê ya muqayese û tafdîlê wî dike; da ku bibe kêmasiyekî ji sifatê îlahî re.
Belê mukemmeltiya di mesnûat de, ji ber ku siyek e ku ji kemala Xweda Teala diîse; lewma mesnûat, xwedî wî heqqê muqayeseya bi sifatê îlahî, nîne.