Gava Dudûyan: Ji ayeta
وَلاَ تَكُونُوا كَالَّذِينَ نَسُوا اللّٰهَ فَاَنْسٰيهُمْ اَنْفُسَهُمْ
Gava Sisêyan: Ji ayeta:
مَۤا اَصَابَكَ مِنْ حَسَنَةٍ فَمِنَ اللّٰهِ وَمَۤا اَصَابَكَ مِنْ سَيِّئَةٍ فَمِنْ نَفْسِكَ
Gava Çaran: Ji ayeta
كُلُّ شَىْءٍ هَالِكٌ اِلاَّ وَجْهَهُ
hatiye girtin.
Îzaha van:
Gava Ewil: Belê, însan li ser fitrateke wusa hatîye xulqandin ku ji xwe hez dike. Hetta bizzat bi qandî ku ji nefsa xwe hez dike, ji tu tiştekî hez nake. Bi medh û senaya ku tenê layîqê Mebûd e, pesnê xwe dide. Nefsa xwe ji hemû eyb û qusûran, tenzîh û pak dike û her wuha –çi heqdar û çi jî niheq– pir bi şedît, mudafa dike. Hetta wan cîhazatên ku ji bo hemd û senaya Xweda hatine dayîn, ji nefsa xwe re serf dike. Û dikeve binê şumûla
( مَنْ )
a
مَنِ اتَّخَذَ اِلٰهَهُ هَوٰيهُ .
Di vê mertebeyê de, tezkiye û terbiyeya nefsê, bes ancaq bi netezkîye û nepakirina wê, çêdibe.