Û dîsa, ji ber ewê şerm û rûreşiya ji gunehan, îddia dike ku ew gunehanan, ne guneh in. Û wuhareng, wan milyaketên ku hay ji gunehên wî hene jî, înkar dike. Hetta ji ber şerma giran, dil dike ku roja xelat û celatê neyê.
Şayet, wehm û wesweseyeke herî piçûk û bêqîmet, derheq tunebûna roja hesabê de, bibîne; ewê wehmê, herwekî delîlekî mezin, dihesibîne. Herî dawî, kesên ku poşman nebin û tobe nekin, berê qelbê wan, tê girtin. Mehv dibin, diçin helaketê. El îyazûbîllah!
Î’lem eyyuhel ezîz! Tu yê guhdariya hin lemayên derbarê îcaz û belaxata Qurana Mucîzul Beyanê de –ku di eserê min ê bi navê Lemeat ê de hatine îzahkirin– bikî:
1- Di xwendina Quranê de, selaset û herikbariyeke bilind heye ku li zimanan giran nayê.
2- Selameteke mezin heye ku bi lefz û mane, ji xetayê xalî ye.
3- Di navbera ayetan de, hevkariyeke mezin heye ku ayatên Quranê wek bînayên kargîr, xwe dispêrin hev û bunyeya Quranê ji hej û lerzê diparêzin.
4- Lihevhatin û lihevkirin û hevbersivîn û desthevgirtineke mezin heye ku ayatên wê, ji hev re ne xerîb in, her wuha alîkarîya hev dikin ji bo eyan û beyana hev û îhtiyaca şîroveya hevdu dibersivînin.
5- Her çiqas beş bi beş û di demên cuda de, nazil bûye; lê ji ber lihevhatin û lihevkirina zêde, her wekî di carekî de nazil bûye.
6- Her çiqas sebebê nuzûla ayetan, cuda cuda û cihêreng in; lê ji ber hevkariya pir, her wekî sebeb yek e.
7- Her çiqas cewabên pirsên mukerrer û muxtelîf in; lê ji yekdengî û hevahengî ya zehf û zêde, her wekî ku pirs yek e.
8- Her çiqas beyana bûyer û hedîseyên pir û pir awa û pir alî ne; lê ji ber întizama tam, her wekî bûyer, yek e û bersiva yek hedîseyekî ye.
9- Li ser wê uslûba munasib û nêzîkî fêmdariya muxataban ku jê re tenezzulatê îlahî tê gotinê, nazil bûye.