Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Î’lem eyyuhel ezîz! Çawa yê ku kelîmeyekî nivîsîbe, ne mumkun e ku herfên wê kelîmeyê, yekî din binvîse; yê ku rûpelekî nivîsîbe, îmkan tune ku rêzên wê, yekî din binivîse; yê ku kitêbekî nivîsîbe, her wuha ne pêkan e ku rûpelên wê kitabê, yekî din binivîse. Her wusa jî, yê ku xulqa morî kiriye, muhal e ku xêncî wî, yekî din, xulqa cinsê heywan kiribe. Yê ku hemû heywanat xelq kiriye, erdê jî, bes ewî xelq kirye. Yê ku erd çêkiriye, bes bi tenê, Rebbul alemîn e.

   Evna ji nîşanên rubûbiyeta umûmî ne ku; di kitêba kaînatê de, herfên wusa mezin hene ku di hinekê wan herfan de, kelîmeyek hatiye nivîsîn. Di hinekan de hevokek, di qismekî de, kîtabek nivîsandî ye. Mesela, di wê kîtabê de, behr, dar, erd, her yeke wî, di meqamê herfekî de ne. Di herfa ewil de, kelîmeya “masî”; di ya dudûyan de, kelamê dar; di ya sisêyan de, kîtaba heywan hatiye nivîsîn. Hetta çawa ku li ser rûyê kelîma “ya-sîn”, Sûreya Yasîn bi temamî hatiye nivîsîn, di hin mesnuata de jî, di navê wan ê ku her wekî kelîme ne de, di dendika wan de, sûre û kîtaba wan hatiye nivîsîn.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Çawa di navbera stêrkan de û rojan de, mumaselet û sîmetrî heye, her wusa jî, di hinek aliyan de, wekhevî jî, heye. Lewma, ne mumkun e ku yek ji wan, ji yê din re, bibe reb. Û yê ku rebbê yekî ji wan be, dibe rebbê tevan jî. Û her wuha, dibe rebbê her tiştî.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Di ferdekî însan de, cemaeteke ji mukellefînan heye. Belê, her ezayekî însan, ji bo tiştekî hatiye çêkirin. Însan mukellef e ku ewî ezayî, di wî karî de bikarbîne. Mesela, ji bo her hasse û hestekî, îbadetek heye. Dalalet e ku meriv xîlaf û xeyrî wî, bikarbîne. Mesela serî, ku ji bo Xweda here secdeyê, îbadet e; ji yê xêncî Wî re, dalalet e. Her wuha, secdeyên hewes û heyraniyê yên şaîran ku xeyalen dikin, dalalet e. Xeyal, bi wî ve, dibe fasiq. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat