Feqet di navê de, dixeniqe. Bi zor û zehmet, digehêje peravê wehdet û tewhîdê. Nexwe di seyr û seyaheta însan a ruhanî de, gelek tebeqe hene. Di tebeqekî de, huzura tewhîdê, pir bi hêsayî nesîb û muyesserê însan dibe. Di tebeqeke din de jî, ewham û xeflet, wusan însan îstîla dikin ku di nav kesretê de noq dibe û ji binî ve, tewhîdê ji bîr dike. Qismek medeniyên ku suqût û rezîliyê, wek suûd û serbilindiyê; paşmayînê, mîna pêşveçûnê; nezanîna nezanînê, her wekî ilm û yeqînê; xewa kûr a giran, wek hişyarbûnê, zen dikin; ji însanên tebeqa duduyan in. Ewana di derk û fehma heqîqetên îmanî de, ji bedewiyan jî, bedewîtir in.
Î’lem eyyuhel ezîz! Îsmê Celal, bi piranî, tecelliyê new’ û kulliyan dike. Lê îsmê Cemal, li bir û beşên mewcudat, tecellî dike. Ji ber vê qasê, ew cûd û sexaweta mutleq ku di enwayan de tête dîtin, tecelliyatê îsmê Celal in. Neqşên li beşan û xeml û xweşikayiya şexsan, tecelliyatên îsmê Cemal in.
Û dîsa celal ji tecelliya Wahid e, cemal jî, ji tecelliya Ehed derdikeve holê. Carnan jî cemal, ji celalê tecellî dike. Belê di çavê cemalê de, celal çiqas cemîl e, xweşik û rind e; di çavê celalê de jî, cemal ewqas celîl e, birûmet û bilind e.
Î’lem eyyuhel ezîz! Çav senet bibîne, lê feraset û çavê dil, Senetkar nebîne, ecêbeke giran e û şermeke mezin e. Lewra, gava Sanî manen û qelben neête dîtin, yan ji tunebûna basîretê ye, yan jî ji korbûna çavên qelb e. Û yan jî, ji kor fehmiyê ye ku ezemeta meselê, fehm nekirye. Yan jî ji rûreşiyê ye. Û wekî din, înkara Sanî, ji înkara tiştên ku bi çavan tête dîtin, nerindtir û fedîtir e.
Î’lem eyyuhel ezîz! Toximekî ku li zeviyekî tê reşandin, dibe wek sûr û dîwarekî manewî. Ewê zeviyê, dike malê xwediyê toxim. Dibe manî’ ji teserrufa xeyran ra. Her wusa jî, toximên nebat û heywan ku li zeviya alem û erdê tê çandin, seddek e û sûreke manewî ye ku men’a şirîkan dike; berî xeyran ên îşxalker û dagirker dide.
Î’lem eyyuhel ezîz! Hinek însanên tebîet letîf û evîndarê senetê zarîf, bilxasse di xas baxçeyên xwe de, bi awakî muhendisaneyê pir xweş, şekil û şemalan, herq û hewzan, şadirwan û şelalan çêdikin û dîmeneke pir delal didine baxçê xwe. Û ji bo nîşandana dereceya