ZERRE
(Ji Tîrêja Hîdayeta Quranê)
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
Î’lem eyyuhel ezîz! Derî û rêyên ku Xweda Telala dinêrin û digihêjinê, yekûneke qasî tebeqe û rûpel û murekkebatê alemê, pêk tînin. Şahidekî cehaletê yê herî mezin ew e ku gava rêyeke ji rêzê hat girtin, meriv wusa zen bike ku hemû rê girtîne. Ev meseleya, wek a evî mirovê ku li bajarekî ku qerargaheke eskerî ya gelek mezin lê ye, bi sebeb ku ala qerargahê nedîtiye, dest bi înkar û te’wîla hemû tiştên sultan û eskeriyê dike.
Î’lem eyyuhel ezîz! Çawa nava her tiştî, ji dervayê wî, baştir û bilindtir e, letîftir û rindtir e, bi xeml û xêztir e; di hêla heyat û hişmendiyê de jî, xurtir û tamtir e. Û şuûr û kemal û her wekî din(hwd.) bes avzêyeke zeîf e ku ji hundir diniqute derva. Ne ku hundur, mirî û bêcan e û ilm û heyatê daye der. Îhtimaleke awha tune.
Belê, di hêla neqş û nîzamê de, zikê te, ji xaniyê te û çermê te, ji kirasê te û mêjiyê te, ji kitêba te bilindtir û balkêştir e. Lewma, alema melekûtê, ji alema şehadetê ya li ber çavan; alema xeybê, ji dunya û axiretê balatir û bilindtir e. Heyf û mixabin ji ber ku nefsa emmare bi hewa nefsê dinêre, wer zen dike ku derva û zahir, wek perdeyeke nas û geş û jîndar e ku li ser batin û hundirê tarî û mirî û dijwar, hatiye raxistinê.