Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Û dîsa, însan di hêla kar û kiryarên xwe ve, heywanekî zeîf e û daîra xebata wî pir teng e. Lê di aliyê dua û daxwaz û înfialê de, mêvanekî ezîz e ji Rehmanê Rehîm ra. Daîra wî bi qasî xeyalê berfireh e.

   Û dîsa, ew lezzeta ku însan ji heyata heywanî distîne, qasî lezzeta çivîkekê jî nîne. Lewra, di însan de, kul û xem û tirs hene; lê di wê de tune ye. Feqet di hêla hest û hîs û îstidadan de, ji heywana herî sere pirtir lezzetê tam dike. Gava meriv bala xwe bide evê rewşa însan, tê femkirin ku evqas cîhazat, ne ji bo evê heyatê ne û bes ji bo heyateke ebedî hatine dayîn.

   Û dîsa, bi wê hêla ku nazir û mufettişê rindî û xweşikayiyên selteneta rubûbiyetê ye û tellalê cîlweyên esmayên qudsî ye û zanayê mutalaya mektûbên îlahî ye ku bi qelema qudretê hatine nivîsîn, bûye eşrefê mexlûqat û xelîfeyê erdê.

***

يَۤا اَيُّهَا النَّاسُ اَنْتُمُ الْفُقَرَۤاءُ اِلَى

   Î’lem eyyuhel ezîz! Çawa ku qusûr û kêmasiya di însan de bêdawî ye, ji ecz û feqr û îhtiyaciya wî re jî nîhayet tune. Çawa bi saya birçîbûna ku li însan hatiye dayîn, lezzetên nîmetan derdikeve holê; qusûra di însan de, mîhengek e ji derecên kemala Suphanî ra. Feqra di însan de, mîqyasek e ji derecên xina û îhsana rehmetê re û ecza di însan de, mêzineke ji qudret û kîbriya Wî ra. Cihêrengî û cihêwaziya îhtiyacan, nerdîwanek e ji celebên nîmet û îhsanên Wî ra. Êdî ku wusan e, xaye û armanca wî însanî ya ji xulq û fitretê, îbadet e. Ubûdiyet jî ew e ku meriv, qusûrên xwe, li dergahê îzzeta Wî, bi estexfîrullah û subhanellah ê, îlan bike.

***

اِنَّ اْلاَبْرَارَ لَفِى نَعِيمٍ    وَاِنَّ الْفُجَّارَ لَفِى جَحِيمٍ

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat