Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Di nav hedîse û bûyerên dunyayê de, yên ku ne li gorî daxwaz û hewesa meriv in, ji yên li gorî dilê meriv in, pirtir in. Ger însanên xwedî hewa û hewes, evan sebebên zahirî bibînin û ji musebbibê sebeban xeflet nekin, ew çax berê îtirazên xwe, bi temamî dizivirînin bal Xweda.

   Î’lem eyyuhel ezîz!  Dua sê qism in:

   Yê Pêşîn: Duayên qewlî yê devkî ku însan dike. Heywanên bi sewt û seda, mesela ew dengê ku bi zimanê xwe yê xusûsî û di dema birçîbûnê de derdixin jî, ji duayên qewlî ne.

   Qismê Duduyan: Ew duayên îhtiyacî ku dar û nebat, xasma di dema biharê de û bi zimanê îhtiyacê  dikin.

   Yê Sisêyan: Duayên îstidadî, yên tiştên ku di şanê wan de, guherîn û pêşketin hene ku bi lîsanê îstidadî tên hîskirin.

   Belê, her tişt, çawa Xwedê Teala tesbîh dike, bi zimanê xwe û bi îhtiyacê xwe û bi îstidadê xwe jî, ji Xweda re dua dikin.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Dendik, berî ku bibe dar; hêk, berî ku bibe çivîk; hebbe, berya ku bibe simil, di nav bi hezaran îhtimal û îmkanan de û di nav qabîliyetên bi hezaran şekl û şemalan de ne. Ji nav wan rê û îhtîmalên xar û xiç tên hilbijartin û derxistin. Û paşê jî sewqê rewş û rengekî rast û durustê bijarte û mumtaz dibin. Ev yeka han, bi awakî eyan û beyan, dide nîşan ku ew toximanan, hêj berê de, di bin terbiye û tedbîr û tedwîra Ellamul xuyûb de bûne. Her toximek ji wan, her wekî pûsûlayeke piçûk e ku ji kitêbên qudretê hatine zêdekirinê.  Yan jî, fîhrîsteyek e ku ji ilmê ezelî hatine wergirtin. Yan jî hin dustûr in ku ji kitêbên qederê hatine nivîsîn.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Mirovê mumîn, bi mena herfî, yanî bi çavê xizmetkarê yekî din û wek aletekî, li kaînatê dinêre. Lê kafir, bi mena îsmî, yanî wek axayekî bi serê xwe, li alemê dinêre. Ji ber vê qasê, di her mesnûekî de du alî hene. Aliyekî wî, ji zat û sifatê wî, pêk tê. Aliyê wî yê din, li Sanî û tecelliyata esmayê husnaya li ser, dinêre.

   Daîra aliyê duduyan, berfirehtir e û bi menîdariya xwe, kamiltir e. Lewra herfek, qasî herfekî –ew jî tenê di alîkî da– şexsê xwe dide zanîn. Lê bi gelek aliyan ve, nivîskarê xwe, nîşan dide. Û katibê xwe, bi yên ku lê dinêre, dide nasîn û zanîn. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat