zehmet û aciziyê dibînin. Lewra yên betal û bêkar, her tim ji umrê xwe, bi gilî û gazin in; dixwazin ku umrê xwe bi kêf û teraneyan zû derbas bikin. Lê yên xebatkar û jêhatî, şukurdar in, hemd û senayê dikin, naxwazin ku umrê wan bibore.
اَلْمُسْتَرِيحُ الْعَاطِلُ شَاكٍ مِنْ عُمْرِهِ وَالسَّاعِى الْعَامِلُ شَاكِرٌ
dustûreke giştî ye.
Him ji ber vê sirrê ye ku cumleya “Rihetî, di zehmetê de; zehmetî, di rihetiyê de ye”, bûye gotina pêşiyan. Belê, gava meriv rind bala xwe bide cemadat û bêcanan, tehr û rewşekî dustûra sunnetê îlahî ya ku me qal kir, tê xuyanê ku ewên bîlquwwe û tenê di aliyê kabîliyetê de noqsan mane û pêş neketine, bi cehd û xebateke pir zêde ve geş dibin û ji bîlquwweyê diqulibin bîlfîlê. Û ew tehr û awa, îşaret dike ku di wê wezîfeya fitrî de, coş û şadiyek û di wê meselê de, tam û lezzetek heye. Ger ew tiştê camid û bêcan, hisseke wê ya ji heyata umûmî, hebe, coş û şadî dibe ya wê. Eger na, aîdî ewî tiştî ye ku nezaretê ewê camidê dike û ewê temsîl dike. Hetta meriv ji ber vê sirrê dikare bêje ku:
Ava letîf û nazik, gava emrê camidandinê digre, bi coşeke wusa mezin, ewî emrî bicîh tîne ku, hesin diteqîne, perçe dike. Nexwe gava emrê rebbaniyê wek “Fireh be!” bi zimanê sarî û sermaya di bin sifrê de, teblîxê ava di qabê hesinê devgirtî de ye, dibe, bi coşa zêde mezin, qabê xwe perçe dike, hesin hevda dixe, bi xwe jî, dibe bûz û cemed û her wuha… Her tiştî qiyasê vê ya bike ku, ji geşt û deweran, seyr û cewelana rojan bigre, heta dewr û ger û lerza zerreyan a wek Mewlewiyan, hemû xebat û lebat û tevgera di kaînatê de, li ser qanûna qedera îlahî dimeşe. Û bi emrê qanûna xilqetê ku ji destê qudreta îlahî derdikeve û îrade û emr û ilmê îhtiwa dike, dertê holê. Hetta her zerreyek, her mewcûdek, her jîndarek, dişibihe neferekî esker, di artêşê de û di daîreyên cihêreng de, çawa wezîfe û têkiliyên ewî neferî yê cuda cuda hene; yên her zerreyekî, her zindiyekî jî, wusa ne.