Heqîqeta Sisêyan:
Ev dunyaya ku tu dibinî, bi tevî hemû lezzetên wê, sefayên wê, sefahetên wê, min wek derdekî pir mezin û mîna barekî giran dît. Xêncî yê ku ruhê wî pûç bûbe û qelbê wî xerab bûbe, kes nakeve bin wî barê giran. Lewra, heya ku mirov eleqa xwe bi hemû kaînatê re çêke û minneta her tiştî bikişîne û destê xwe li ber hemû sebeb û wesiteyan veke û stûyê xwe li ber wan xwar ke; dêl wan, dexalet û îlticayê Rebbekî Wahîd û Semî’ û Besîr bike, ma ne baştir û rihettir û bi kartir e?
Heqîqeta Çaran:
Ey nefs! Ji bo îspata Sanî, hewce nîne ku meriv here çolên kaînatê yê dûr û delîlan bigere, bide hev. Bala xwe bide wê qafesa cismê xwe yê ku wek holikekî ye û tu tê de rûdinê! Dêna xwe bide wan silsileyên îcadê û mucîzeyên xilqetê û xarîqeyên senetên ku bi dîwarê wê holikê ve hatine daliqandin. Ji wan gazî û hewarên ku bi lîsanê halê wan ax û ox û nalînan ku ji wan pencereyan bilind dibin û ji destê ihtiyacan ku ji holikê dirêjî derva bûne, tê fêmkirin ku ew Xaliqê ku ew holik tevî muştemîlatê wê çêkiriye, wan ax û nalînan seh dike û lê tê şefqet û merhemetê; çi hewcedarî û hêviyên wê hebin, digre bin kefalet û teahuda xwe. Lewra ew Sanîê Semî û Besîrê ku dighêje gazî û hawara wan hucreyên piçûk ên di qafê te de ne û dibêje “keremkin!”, ma qet îmkan û îhtimal heye ku duayên te seh neke û bersiv û cewabên muspet nede?
Lewma, ey hucreya mezin ku ji van hucreyên piçûk pêk hatiye û “ene” tê bi navkirin! Ew holik, tevî piçûkiya xwe, bi sen’etê xarîqe tijî ye. Evê ecêbê bibîne û were îmanê! Û bêje “Ya Îlahî! Ya Rebbî! Ya Xaliqî! Ya Musawwîrî! Ya Malîkî! We ya men lehul mulk û wel hemd! Li vê holikê ku mulk û emanet û wedîa te ye, mêvan im; malik û xwedî nînim.” Û dev ji wê dewa xwedîtiya batil berde! Lewra ew dewa xwedîtiyê, însan hevrû û marûzê gelek êş û azarên giran dike.