Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

La Murebbiye îlla Hû 1  û şahidiya xwe îlan dikin. Lewra ew tewafuq û lihevhatina di navbeyna wan de, delalet dike ku qelema ku ewana nivîsîye, yek e. Ewan cuziyata bi hemû hucreyên xwe, dibêjin La Muteserrîfe fîl heqîqetî îlla Hû 2  û şahidiyê dikin. Û ewan hucran, bi hemû zerratên xwe dibêjin La Nazime îlla Hû 3  û şehadeta xwe îlan dikin. Lewra yekbûna bendê ku di navbera atoman de ye, wuha dixwaze. Û ewan zerran, bi hemû esîr ê xwe, bi cewhereya La îlahe îlla Hû yê ve, îlana tewhîdê dikin. Lewra besatet û sukûneta maddeyê bi navê esîr, cîhanîn û îmtîsala bi lez û bez û muntazam a emrê Xaliq, wuha îqtîza dike.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Heqqê tu însanekî tune ku li hemberî emrê Xweda Teala îtirazê bike. Û heddê wî nîne ku jê gazin be. Lewra, di nîzama alemê de, bi hezaran hikmetên ku dijî hewes û xwesteka ewî kesê şekwadar û gazinde ne, hene. Di razîkirina wî mirovî de, qehirandin û hêrskirina ewan hezar hikmetan hene. Ji bo dilxweşkirina yek ferdekî, hezar hikmet nayên fedakirin.

وَلَوِ اتَّبَعَ الْحَقُّ اَهْوَاءَهُمْ لَفَسَدَتِ السَّمٰوَاتُ وَاْلاَرْضُ

   Ger li gora kêf û daxwaza her merivekî bê hereket kirin, nîzam û întîzama dinyayê dê xera be.

   Ey şîkayetkar! Tu çi yî? Bi çi heqî îtîraz dikî? Ma qey hewesa xwe ya cuzî, tu ji hemû kaînatê re dikî muhendis? Ma zewqa xwe ya genî û bêhnok, tu ji dereceyê nîmetê re dikî pîvan û mîzan? Tu çi dizanî ku tiştê tu nîmet zen dikî, niqmet û zehmet nebin. Ka qiymeta te çî ye ku ji bo tetmîn û têrkirina hewesa te ya ku qasî qîmeta perê mêşê nake, feleka alemê bi çerxê xwe ve, ji ger û tevgerê bêne sekinandin!

   Î’lem eyyuhel ezîz! Ji bo teserrufa di hucrekî ezayekî bedenê de, di serê serî de gere cesed bê tesewwur kirin.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat