Lewma, ger li gora xayekî, abesiyet bê dîtin jî, li gora temamê xayeyan, çêkirina wan, hikmet bixwe ye û edalet bixwe ye.
Î’lem eyyuhel ezîz! Ferqa di navbera senetê însan û senetê Xaliq da: Însan, di pişt senetê xwe de, tê dîtin. Lê di navbeyna Xaliq û mesnuat de, heftê hezar perde hene. Feqet weqta ku hemû mesnuatê Xaliq, di carekî û bi nezerekî were xuyan, perdên reş ji holê radibin, yên nûranî dimînin.
Î’lem eyyuhel ezîz! Çi ji heywanat, çi jî ji nebatat be, her ferdê ku tabiê qanûna welidîn û zêdebûnê ne, wan niyet heye ku ruyê erdê îstîla bikin. Û dixwazin ku erdê ji xwe û zurriyeta xwe re bikin xasê xwe û mescîdeke xalis. Da ku bi nîşandana esmayê husnayê Fatirê Hekîm, ji Xaliqê xwe re îbadetekî bêhed bikin.
Belê, ew pirbûna xayet zêde ya di hêkên çivîk û masî û morîyan de, di fêkiyên dar û sebzeyan de û di toximên wan fêkiyan de, evê rewşê rohnî dike. Lakîn ji ber tengiya evê alemê û ji ber ku îbadetê pêşerojê, di îlmê Ellamul xuyûb de ye; lewma, îbadetên ku hê ji quwweyê derneketine fîîlê, hatine qebûl kirin.
Î’lem eyyuhel ezîz! Qurana Kerîm, carna ji pir xayeyên tiştekî, jê yeke aîdê însan zikir dike. Ev ji bo bîrxistin û îxtarê ye; ne ji bo ketim û înhîsarê ye. Yanî armancên ewê tiştê, tenê mexsûsê ewê xaya mezkûr nîne. Bes ji bo balkişandina li ser faydeyên nîzam û întizam û her wekî din(h.w.d.) a wî tiştî, ewê faydeya derheq însanan de, tîne ziman. Mesela:
Bi ayeta kerîmeya
وَالْقَمَرَ قَدَّرْنَاهُ مَنَازِلَ
لِتَعْلَمُوا عَدَدَ السِّنِينَ وَالْحِسَابَ
ew faîdeya ku hatiye îfade kirin, ji hezaran yekê faîdeyên nîzama hîvê ye. Yan na, faydeya teqdîr û nîzama heyvê, ne îbaretê ji vê faydê tenê ye. Yanî hîv, ne tenê ji bo vê xayeyê ye. Ev armanc, yek ji armancên wê ye.