Xatîme
Ev xatîmeya han, çar cûre nexweşiyan beyan dike û çareyên tedawî ya wan, nîşan dide.
Nexweşiya Ewil: “Yeîs/bêhêvîtî” e.
Ey heval! Kesê ku muwaffaqê emel û taetê nebe, ji ezabê ditirse, dikeve yeîs û bêhêvîtiyê. Di çavê yekî wuha bêhêvî de, emare û îşareteke zeîf û piçûk a dijî meseleyên dînî, wek burhanekî pir mezin tê xuyanê. Wexta ku çend emareyê wuha bi dest xwe dixe, bi sewqa hinek emareyê din jî, îlana îsyanê dike û ji daîra Îslamê dertê û tevlî artêşa şeytan dibe.
Ji ber vê qasê, kesên ku muwaffaqê emel nebin, ji bo ku nekevin bêhêvîtiyê, bila muracaetê evê ayeta kerîme bikin:
قُلْ يَا عِبَادِىَ الَّذِينَ اَسْرَفُوا عَلٰۤى اَنْفُسِهِمْ لاَتَقْنَطُوا مِنْ رَحْمَةِ اللّٰهِ اِنَّ اللّٰهَ يَغْفِرُ الذُّنُوبَ جَمِيعًا اِنَّهُ هُوَ الْغَفُورُ الرَّحِيمُ
Nexweşiya Duduyan: “Ucb/pêewlebûna bi e’melê xwe” e.
Ey heval! Kesê ku ketibe bêhîvîtiyê, ji bo xelasbûna ji ezabê, dest bi gera nuqteke îstinadê dike, da ku xwe bispêrê. Dinêre ku hin qencî û kemalatê wî hene. Tavilê pişta xwe bi wan ve, girê dide. Pê ewle dibe û dibêje “Evan qencî û kemalat, dê min xelas bikin û besî min in”