Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

 

 

 ŞÛLE

 

بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَنِ الرَّحِيم

 

   Î’lem eyyuhel ezîz! Hemû maneyên ku esmayê husna îfade dikin û tevî hemû sifetên kemalî, bilîltîzam delaletê Ellah ê ku lefzê celal e, dikin. Îsmê dinê yên xas, tenê delaletê musemmayê xwe dikin. Delaleta wan a ji sifatan re tune. Lewra, çawa sifat, cuzên musemmayê xwe nînin; wusan jî, di navbera wan de têkiliyeke eyan tune ye. Lewma, ne bi tezemmûn û ne jî bi îltizam, delaleta wan a li sifatan tune ye. Lê lafzê celal, bi îttifaq delaletê Zatê Eqdes dike. Di navbera Zatê Eqdes û sifatê kemaliye de, ji ber ku têkilî û luzûma beyyîne heye, bîlîltîzam delaletê sifatan jî dike. Û her wuha, ji ber ku unwanê ulûhiyetê, sifatê kemalî dixwaze, lewma Allah ê ku îsmê xas e jî, ewî sifatî îqtiza dike. Û dîsa, gotina Allah jî, piştî nefy û reddê, bi sifatan re tê fikirîn. Ji ber vê qasê, gotina La îlahe îllallah bi qasî hejmara esmayê husna, kelaman îhtiwa dike. Lewma, ev peyva kelîma tewhîdê, li gor wan sifatên ku delaletê li ser wan dike, yek kelamekî, dibe hezar kelam. Her wekî La xaliqe îllallah, La raziqe, fatire, la qayyûme îllallah…

   Ji ber vê yekê, zatekî zakirê ku teraqqî kiribe, gava evê gotinê dibêje, her wekî ku bi hezaran kelamên di nav de jî, dibêje.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Madem tu dizanî ku her tişt ji Xweda ye û îzan û îmana te pê heye; ew çax lazim e ku her tiştî –çi bi zirar û çi jî faîdedar– tu bi riza û kêfxweşî pêşwazî bikî. Yan na, bivê nevê tu yê bikevî xefletê. Ji ber vê yekê, sebebên zahirî hatine danîn. Û li pêş çavan jî, perda xefletê hatiye kişandin. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat