Yê Duduyan: Di her tiştî de, li gor hêjayiya qabîliyeta wî, hunerekî hûr û kûr heye. Di tiştekî heywanî û nebatî yê piçûk û basît de jî, eserê senetekî antîke yê wusa heye ku çavên kor jî dibînin û însan şaş û metel dimîne û dikeve heyretê.
Yê Sisêyan: Hêsayî û suhûleta di îcad û înşaya di her tiştî de ye. Hêsayî û rihetiya ku sene’t de ye, li ber çavan e, muhtacê îspat û delîlê nîne.
Î’lem eyyuhel ezîz! Ji mixazeya kurreya erdê, hûn îhtiyacên xwe yên wek xwarin û vexwarin û kinc û h.w.d… bi dest dixin. Ev tiştên ku hûn bêpere distînin, ger we ji xezîna îlahî negirta û yek bi yek bi sebeban bida çêkirinê, gelo we yê hebeke hinarê, di çi zemanî de bi dest bixista û bi çi bihayî bistanda? Lewra, ew hinar, bi hemû eşya re têkildar e. Çêbûna wê ya di zemanekî kin de û bi qiymet û mesrefeke hindik ve, ne mumkun e. Û her wuha, ji tiştên di wê de, yên letîf ên wek xeml û xêz û întizam û senet û bêhn û tam, tê fêhmkirin ku ew heba hinarê, sene’tê Sanîekî wusan e ku di îcada wî de kulfet û mubaşeret tune.
Mesele digel ku wuha ye, ji bo tetmîna hewes û zewqên cuzî yên heywan û heşerat, Sanîê ewî eşya yê li mixazeya kureyê erdê ku di her nuqteke wê de, bi hezar cûreyî nukteyên îcazê hene, yan bêhiş û bêhîs û bêilm û bêîrade û bêîxtiyar û bêkemal e ku tiştên evqas qîmetdar û entîke, bêpere belav dike. Batilbûna evê îhtimalê, heqîqeteke eşkere ye ku muhtacê îspatê nîne. Yan jî, xwediyê wê xezîneyê, ewê xezîneyê ji bo însanên ku bo çûyîna axiretê hatine û muweqeten li vir dimînin, wek sifreyeke îlahî û rehmanî, çêkiriye. Di wê xezîna xeybê de, îcada eşya, girêdayî bi emrê Kun e. Û melekûta her tiştî, wek santralê, di destê qudreta Wacîbul Wucûdekî Hakîm, Qadîr, Murîd û Elîm de ye.
Digel vê qasê, ew eşyayê di wê sifreya îlahî de, tenê ji bo tetmîna lezzet û zewqên însan û heywan nînin. Di her mewcudekî ku jê tê îstifadekirin de, xêncî faîdeyên cuzî yên aîdî jîndaran, xaye û hikmetên bêdawî yên aidê esrar û şuûnê faaliyet û tecelliyata esmayê husna, hene.