Muracatê sirra ayeta
مَاخَلْقُكُمْ وَلاَ بَعْثُكُمْ اِلاَّ كَنَفْسٍ وَاحِدَةٍ
ê ya di rûpela nehan a rîsaleya Sunûhat ê bike. Tenê moza hingiva ku kelîmeyeke piçûka evê kitêbê ye, bibîne. Çawa şehda şehadetê û hingivê heqîqetê, ji zimanê ewê mucîzeya qudretê, diherike, tê. Yan jî mîkrobeke hûr a hûrdebînî ku pir caran tê mezinkirin û paşê tê xuyanê, binêre û bala xwe bidê! Çi numûneke piçûka mucîznuma û heyretfeza ya kaînatê ye. Çawa Sûreya Yasînê, di sûretê lefzê Yasînê de tê nivîsîn; wusa jî, noqteke camî ya bi cezalet û mucez e; yanî xwedî îfadeyeke hêzdar û rindik û hindik e. Yê ku ewê nivîsiye, hemû kaînatê jî, ewî nivîsiye. Ger tu bi însaf bala xwe bidê, tu yê bibînî ku makîneya bedîa hessas a îlahî ya di bin sûretê evê heywan û heywanokê piçûnok de, muhal ender muhal e ku ji sebebên miskîn û mumkîn û basît û bêcan ên tabîî û kor û bêser û ber, çêbin.
Ger tu bawer bikî ku di her zerreyekî de, şuûra hekîman û hikmeta tebîban û siyaseta hakiman heye û hemû zerre, bi hev re bêwasite qise dikin; ew çax belkê tu bikaribî nefsa xwe bixapînî û bi wê muhalê bawer bikî. Hal ew hal e ku di wê makîneya jîndar de, mucîzeyeke qudretê ya wusa û xarîqeyeke hikmetê ya welê heye ku, bes bi çêkirina Saniekî ku hemû kaînat û kar û bar, îcad kiriye û aniye nîzamê, mumkun e. Eger na, bi teredduda îmkanê ya kor û hindik û basît, nikare gav bavêje. Ne mumkun e ku ji sebebên tabbîatê çêbin. Baxusûs li ser xortoma quwweya cazîbe û defê’ ya di cuzên misqalê zerreyan da ku esl û esasê wan sebebên tabîî ne, damxeyeke muhaliyetê heye. Lakîn caîz e ku ew tiştên wek cezb û def’ û hereket û quwwe ya ku wek esl û esasê her tiştî zen dikin, her yekî wî navek be, ji qanûnên edetullahê ra. Lêbelê bi wî şertî ku qanûn, ji qaîdetiyê derbasî tabîatê nebe û ji hiş dernekeve, nekeve alema xarîcî û ji îtîbartiyê, nequlibe heqîqetê û ji wesîletiyê, nezivire muessîrtiyê; me qebûl e.
Pirs: Çima îhtimal didin tiştên batilên wek ezeliyeta madde û çêbûna cins û newa’n a ji hereketa zerreyan?