Kitaplar
Dersên Civakî

   Bi awayekî xeyalî bifikirin, li vê sehreya ha, di bostanekî têra xwe muhteşem de qesrek(heye), di quncikekî vê qesrê de, avgermeke mîna “Avgerma we ya Beytuşşebabê. Hûn, ji ber sermaya derva ku zorê dide we û ji ber şimaqa befrê û şimaqa bayê, yan bi dilê xwe yan jî ji ber neçariyê, mecbur in ku bikevin hundirê serayê; çi heye ku we dîtiye yan jî bihîstiye li ber derî korek du kor hene û di nav hewzê wê derê de jî hin merivên tazî hene. Ji ber vê yekê, hûn wehm dikin ku ew qesr, korxane yan jî tazîxane ye. Gava hûn dikevinê, kincê taetê ji xwe dikin û ji bo ku hûn ewretê wan nebînin, hûn çavê xwe yê heqîqetê ku jê re“eqîde” tê gotin digrin. Hal ku hal e ew kes, li odeyên muhteşem, bi awayekî çavvekirî û ewretên wan girtî, bi tefekkurî bi hev dişêwirin û ji setr û tedawîkirina kor û taziyên hin quncîkan re xizmetê dikin. Eve heke tu di vî sûretê kovî û ehmeqî de, ewretê te vekirî be û bi ser de jî çavê te girtî be û tu bikevî nava wan, gelo ji vê yekê mesqeretîtir û ji vî zerarê ha mezintir zerar çi heye? Bi rastî, li gor min merivekî ku ji nesla Musluma-nekî tê, gava aqil û fikra wî, ji îslamiyetê dûr bikeve jî, fitret û wicdanê wî tu carî nikare dest ji Îslamiyetê berde. Qendera yên herî ehmeq û herî gunehkar jî, bi temamê hebûna xwe bi her awayê xwe alîkar e ji Îslamiyeta ku sedda keleha pêt a îstînada/palpişta me ye...

   Îca xusûsî, yê ku bi siyasetê agahdar e, baş dizane ku ji “Dewra Sea-detê” heta niha, tu dîrokek ranagihîne ku Muslumanekî/ê, bi fikra aqilê xwe, dînekî din tercîh kiribe û bi delîlan ketibe dînekî din. Yên ku ji vî dînî derdikevin hene; ew meseleyek din e… Îca herçî teqlîd e, ew ne girîng e. Hal ku hal e, yên ku li ser wan dînên din in, teqez/bêguman ew komo komo bi alîkariya aqilê xwe û bi alîkariya nîşandana delîlan, ketine daîreya Îslamê û a niha jî dikevinê. Heke em, Îslama rast û rastiya layiqî Îslamê û îstîqametê nîşan bidin, ji niha bi şûn ve ew, dê bikoman bikevin Îslamê.

   Hem jî dîrok, me pê agahdar dike ku medenîbûna ehlê Îslamê, li gor wê ittîbaya bi heqîqeta Îslamê ye. Medenîbûna mensûbê dînên din, berevajiyê vê ye; ango ew kesên ku li ser dînên din in, çi qas ji dînê xwe dûr ketine ew qas bûne medenî. Hem jî heqîqet ji me re radigihîne, merivahiya ku hişyar bûye, bê dîn nabe, nexasim merivê ku hişyar bûye, merivahiyê nas kiriye, ji ayende û ebedê re bûye namzed, jibinî bê dîn nabe. Jixwe merivahiyeke ku ji xefletê hişyar bûye, heke li hember êrîşên kaînatê ciyekî ku xwe bispêrê û navendeke ku pê, wan emel û daxwaziyên xwe yên bêserûber, pêk bêne û ciyekî ku lê hawar û gazî bike ango navendeke daneya heqîqetê ku dînê heq e, bi dest nexe, nikare bijî.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat