derheqê şîrînaya wê de, qenaeta wî çê dibe. Îlla ku eks û dijê wê, bidelîleke qetî bête îspatkirinê. Wê hingê dibêje: “Hin maddeyên din,tevlê bûne”. Nezer û lêkolîna bi vî rengî, alîkariya quwwet û înkişafa îmanê dike.Nezera Duduyan: Di şûna ku meriv ji çavkanî û menbayê berjêr bê,li jêrê digere. Ev jî, rastî kîjan çiqê were, emmareyeke derheq tahltiyawê de bibîne, tê de dikeve şik û şupheyê; ji bo şîrîniya wê, delîleke qetîdigere û dixwaze. (Heyhat! Li her derê, burhan û delîl bi dest nakeve.)Wê hingê dixwaze li şaxeke ziravok a bi qasî zêxalekê, encameke pirmezin lê bar bike. Hey ku diçe, şik û şuphe û bêîtimadî, zêde dibe.Hem jî aqil di pencereya çav de, li eşya dinêre. Hal ev e ku ew qelbêku ciyê îmanê ye, bi hîseke hundirîn a şeşan ku bi navên wekî “heds”û “îlham”ê tête tebîrkirinê, li heqîqetan dinêre ku wehiya enbiya jî, ligorî wê hest û hîssê ye. Nêrîn û nezera eqlî, bi dustûrên xwe, pir feqîr û teng e. Li hemberî gelekheqîqetan, kêm dimîne. Ji ber ku fêm nake, tênagihîje, dibêje: “heqîqet nîne” û red dike.Ji aliyê mirovek ve hate pirsîn ku:
اَلْحَقُّ يَعْلُو وَلَ يعُْلَى عَلَيْهِ
Hal ev e ku em dibînin kafir, zora misilmanan dibin.”Bi Bersivî: Çawa ku li hemberî qanûnên teşriî ku ji sifeta kelamê tê,îtaet û îsyan heye; her wisa li hemberî qanûnên tekwînî jî ku ji sifetaîradeyê tên, îtaet û îsyan heye. Mukafat û cezayê di yê pêşî de, bi piranîli axiretê ne. Yê duduyan jî, exlebê wê, li dinyayê diqewimin. Mesela: Mukafat û bertîla sebrê, serfirazî ye. Cezayê teraliyê, sefalet e. Xelataxebatê, serwet û serkeftin e. Nexwe îtaeta kafiran a ji qanûnên xilqetêre, xelebeyê li ser îsyana misilmanan a ji wan qanûnên xilqetê re, dike. Çawane lazim e ku her sifateke misilmanekî, muslîm be; her wisa jî, ne lazim e kuher sifateke kafirekî, ji kufra wî derkeve. Yan jî serkeftina kafiran, ji bo wanîstidrac e, ji bo misilmanan paqijî ye. -“Îhtilal û tevliheviya vê alemê, ji ber çi ye?” - Mucadeleya ked û xebatê ye ya bi sermayeyê re. -“ Gelo çareya li hev anîn û sulha wan her duyan tuneye?”