berxwedan û serhildanê. Bi ser de jî, heqîqetek wisan daye ser milê xwe ku jikureya erdê mezintir e û şerîeteke –ew şerîet, edaleteke wisan bi keys dike kuweke puxte û havênê wan zanistên heqîqî û wan ilmên îlahî, li gor dereceyagurûgeşbûna wan qabiliyetên mirovahiyê, berfireh dibe û li du aleman meywedide û wan ehwalên mirovahiyê, weke mecliseke wahid, mîna ehlê zemanekîwahid - wisan dadimezrîne ku seadeta temamê mirovahiyê digre bin kefîltiyaxwe. Îca gava tu ji wan qanûnên wê şerîetê bipirsî, bibêjî: “Hûn ji kê derê tênû dê biçine kê derê?” Ew dê wiha bersiv bidine te: “Em, ji Kelamê Ezelî hatine.Ji bo selameta mirovahiyê, di rêya ebedê de, em dê ji bo “hevaltiyê/refaqetê” biçin.Di pey biriyana/qedîna vê dunyaya fanî de, digel ku ew îrtîbata me ya sûrîjî dê bê birîn; lê belê manewiyata me, daîma dibe rêber û qût û xidayê giyanî/ruhî yê mirovahiyê.”