Kitaplar
Dersên Civakî

   Ye tê jî, ey kafirê mel’ûn; ne maçîkirina destê te yê dijminatiyê ku ji kufra te tê û nizane sekin çi ye, bipêbûna wî jî dijminatî ye ji Îslamiyetê re.

   PÊNGAVA WÎ YA SÊYEMÎN: Dibêje an jî dide gotin:

   “Kesên ku heta niha hûn bi rê ve birine xerabî kirin, tevlihevî kirin. Wisa be, bi min qaîl bibin.”

   Li hemberî vê wasewasê, em dibêjin:

   Ey şeytanê xinîz! Sedemê berahîn ê xerabiyên wan tu yî. Te, alem bi wan da gerandin, damarê jiyanê birî. Te, ewladê xwe yê nemeşrû berî nava wan da, berê wan da bêoliyê û te bi dîn ji wan bertîl dixwest. Digel wan kirinan qebûlkirina te, dê bişibe kincekî ku bi ava necis gemar bûye; lê belê bi mîza berazî tê şûştin. Tu, tenê jiyaneke kesîbane/derewîn û demdemî ya mîna heywanan ji me re dihêlî. Li ser navê mirovahiyê û Îslamê jiyanê dikujî. Em jî dixwazin ku hem wekî mirovan û hem jî wekî Misilmanan bijîn. Ji eksa te re em ê bijîn.

   PÊNGAVA WÎ YA ÇAREMÎN: Dibêje an jî dide gotin:

   “Ên ku we bi rê ve dibin û li hemberî min rewşa dijminatiyê nîşan didin jî, sergerdeyê Anatoliyayê ne. Amanca wan tiştekî din e. Niyeta wan ne dîn û Îslamiyet e.” 

  Li hemberî vê wasewasê, em dibêjin:

   Di wesîleyan de bandora niyetan kêm e, heqîqeta amancê naguherîne. Lewra amanca ku tê xwestin, girêdayê hebûna wesîleyê ye, li niyeta navê nanêre. Wekî mînak, ez ji bo ku gencîneyek an jî avekê bibînim, bîrekê dikolim. Kesek hat, ji bo ku xwe veşêre an jî qirş û qalên xwe binerd bike alîkariya min kir û bi min re kola. Niyeta wî bandorê li derketina gencîneyê û avê nake. Av, li kirinê, li kolanê dinihêre, li niyetê nanihêre.

   Wekî vê; ew me dibin Ka’beyê. Dixwazin ku Qur’anê bala bihêlin. Di bergîdana hezkirina Ewropayê de ku çavkaniya hemû felaketên me ye, dijminatiyê ji xwe re dikin binyat. Niyetên wan çi dibin bila bibin, ev, heqîqeta amancê naguherîne.

   PÊNGAVA WÎ YA PÊNCEMÎN: Dibêje:

   “Îradeya xîlafetê wekî siyaseta min tevgeriya.”

   Li hemberî vê wasewasê, em dibêjin:

   Xwesteka şexsekî bi serê xwe û fermana wî ya bi taybetî tiştek e;

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat