Kitaplar
Dersên Civakî

maddî û me’newî, kaînatên seyyar, di daîreya mukemmel a întîzam û hîkmetê de, her yek jê sewqî wezîfeyekê dike û wan dide xebitandin.Bi qasê misqalê zerreyê, di wezîfeyên xwe de xeletî nakin; nikarin li hevbikevin û dibîne ku ew, mezherî kemilînên sen’et û tecelliyên cemalîyên nava kaînatê dibin û hêza me’newî, bi temamî dide destê wan;îman, numûneyeke seadeta ebedî, nîşan dide. Va ye tu tişt, tu fen, tu pêşveçûneke beşerî, li hember elem û tirsên bidehşet ên ehlê dalaletê ku ji bêîmaniyê tên, nikare teselliyekê bide û nikare hêza me’newîtemîn bike. Cesareta wan serabin dibe; lê belê xefleta demborî, perde dikşîne, dixapîne. Ehlê îmanê, ji aliyê xwe yê îmanê ve, ne tirsîn û şikênîn; belkî mîna wî gedeyê bêguneh ê wê temsîlê, bi hêzeke fewqeladeya me’newî û bi berxwedaneke derî aqilan, bi heqîqeta îmanê,li wan dinihêre. Tedbîr û îdareya Sani’ekî Hekîm a di nav daîreya hîkmetê de dibîne; ji wehm û tirsan xelas dibe. Dibêje ku “Ev kaînatên seyyar, bêyî ferman û îzna Sani’ê Hekîm nikarin tevbigerin û nikarin têkil bibin û fêm dike, bi ewlehiyeke tam, di heyata xwe ya dunyewîde jî, li gor dereceya xwe, digihîje seadetê.

   Di dilê kê de ev dendika heqîqetê ku ji îman û dînê heq tê, gava –di wicdanê wî de- tune be û ciyê berxwedanê tune be, cesaret û qehremaniya Rûstem û Herkul a di temsîlê de, bi çi awayî şikest, bi awayekî pir zelal cesaret û hêza wî ya me’newî perîşan û ji hev belawela dibe û wicdanê wî xera dibe; dipete û ji bûyerên kaînatê re dibe esîr. Li hember her tiştî dibe mîna parsekekî tirsonek. Ji ber ku Rîsaleyê Nûr, ev sirrê heqîqetê yê îmanê û ew ezabên bidehşet ên dunyayî yên dalaletê, bisedan bi delîlên qet’î îsbat kirine, em vê heqîqeta pir dirêj, kurt dibirin.

   Gelo, beşerê vê sedsalê ku bi xwe hisiyaye û herî zêde muhtacî hêza me’newî û tesellî û berxwedanê ye, bi ser de jî, vî zemanî rabe dest ji wan heqîqetên îmanî ku nuqteya wî ya îstînadê û palpiştiya wî, di Îslamiyet û îmanê de ye û wê hêza me’newî ku tesellî û seadetê temîn dike berde, li ser navê Rojavayîbûnê, li şûna ku dê ji milliyeta Îslamiyetê îstîfade bike, rabe bi temamî hêza me’newî bişkêne û xwe dispêre dalalet, sefahet û polîtîka û siyaseta derewîn ku teselliyê mehf dike û berxwedanê bişkêne, ka çi derece hereketekî dûrî feydeya beşer û dûrî menfeeta merivahiyê ye, beşerê ku di demeke pir nêz de hişyar bûye,di serî de Îslam, peyre jî beşer, dê pê bihise û heke temenê dunyayê mabe, dê xwe bi heqîqetên Quranê ve bigre!”

***

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat