wucûda weliyan e, ziddê hev in. Hem jî ji şeş aliyan ve, ferq heye dinavbera wan de: Ê pêşî: Wan mezin û xuyaniyên ehlê tesewwufê, wisan zêde girîngîdaye û wan, gelek kûr û dûr, bal û dêhna xwe daye ser Wacîbul Wucûdku ji xwe ve çûne, ketine halê wecdê ku êdî li ser hesabê wî, wanhebûna kaînatê jî mandel kiriye. Îca yên fîlozof/hukema û ew kesênîtîqadqels, wisan zêde wan jî bal û dêhna xwe daye ser maddeyê kuew jî ji xwe ve çûne û bi vî awayî, ew jî ji ilm û têgihîştina Ulûhiyetêdûr ketin. Wan ew qas zêde girîngî da maddeyê ku êdî wan her tişt dimaddeyê de dîtiye, hetta wan xwestiye ku Ulûhiyetê jî, bi maddeyê vebikelijînin û peyre li wan wisan bûye ku wan, êdî pêdivî bi Ulûhiyetênedîtiye û ketine ser wê rêya ku ji Heqqiyê aveger bûne. Ê duduyan: Ew wehdetul wucûda zana û mezinên ehlê tesewwufê,wehdetuş-şuhûdê digre nava xwe û wê wehdetul mewcûda wan ênduduyan, di xwe de dihewîne. Ê sisiyan: Mesleka wan ên duduyan, zewqî ye; rêya wan ên duduyan,nezerî/teorîk e. Ê çaran: Yên pêşî(yekê), serê ewil û bîzzat, li Heqq dinihêrin; di dereceyaduduyan de li xelkê dinihêrin. Yên duduyan, serê ewil û bîzzatli xelkê dinihêrin. Ê pêncan: Yên pêşî, Xwedaperst in; yên duduyan, xwe(d)perst in.
أَيْنَ الثَّرَى مِنَ الثُّرَيَّا وَأَيْنَ الضِّيَاءُ السَّاطِعُ مِنَ الظُّلْمَةِ الدَّامِسَةِ
TENWÎR
Mesela: Heke em ferz bikin ku kureya erdê, ji wan parçeyên piçûkpiçûk, rengareng û cihêrengî yên camê pêk hatiye, her yek ji wan parçeyan,bi îtîbarên cihê cihê, li gor reng, kutle û şeklê xwe, dê ji tavê,feyz bigre. Îca ev feyza xeyalî jî, ne zatê rojê ye, ne jî roniya wê bi xweye. Em ferz bikin, ev kulîlkên rengareng û cihêreng ku sûretên roniyêne û teswîrên heft rengên rojê ne û tecelliya rojê ne, gava bên ziman,ango gava bi zar û ziman bikevin, her yek ji wan, an dê bibêje ku “Roj,mîna min e.” yan jî dê bibêje ku “Roj ez im.”