Kitaplar
Dersên Civakî

   • Heke ku qudreta ezeliye ucûdeke derveyî, li qanûnên cureyan kiribûya, dê ew rih bûya. Heke rih ucûdê derxe, şiûrê ji serê xwe deyne, dîsa dê bibûya qanûneke nemir. (Munazerat)

   • Bi ziyayê mewcûdat tê dîtin; heyîna heyat û mewcûdatê tê zanîn. Her yek ji wan keşşafek e. (Nuqte)

   • Nesraniyet/Xrîstiyanî, li hemberî Îslamiyetê ya bi întîfayê ya jî bi istifayê dê dev ji çekê berde. Nesraniyet çend caran qelişî, hate Protestaniyê. Protestanî jî qelişî, nêzî tewhîdê bû. Dîsa hewl dide ku biqelişe. Ya dê întîfa bibe û bitemire ya jî dê heqaîqa Îslamiyeyê ku asasê Nesraniyetê di nav xwe de dihewîne, li hemberî xwe bibîne û teslîm bibe. Va ye ev sirra mezin Hezretî Pêxember eleyhîsselatu wesselam daye û gotiye: “Hezretî Îsa dê nazil bibe û were, dê bibe ji ummeta min, dê bi heman şerîeta min emel bike. 1 ” (Tulûat)

   • Piraniya miletî ji burhanan zêdetir qenaeta xwe didin ser pîroziya çavkaniyan. (Sunûhat)

   • Ji sedî nodê Şerîetê -zarûriyat û musellematê dînî ye- stûneke ji elmasê ye. Meseleyên ku li ser îçtîhadê nelihevkirin hene jî ji sedî deh in. Meriv nod stûnên elmas nade binê hîmayeya deh zêran. Kitêb û îçtîhad divê ji Qur’anê re bibin dûrbîn, bibin neynik; divê nebin sî û wekîl. (Sunûhat)

   • Her kesê fêma, dikare li ser nefsa xwe îçtîhad bike, nikare qanûnê deyne. Vexwendina ramanekê, bi pejirandina hemû kesan ve girêdayî ye. Yan na vexwendin Bîd’at e, nayê pejirandin. (Îşaratu’l-Î’caz)

   • Ji ber ku mirov ji hêla fitratê ve mukerrem e, li heqiyê digere. Carinan batil dikeve destê wî, ji xwe re heq zen dike û di paşila xwe de vedişêre. Hê ku li ser kolandina heqîqetê ye, bêhemdî, dalal dikeve serê wî; ji xwe re heqîqet zen dike û dike serê xwe. (Mûhekemat)

   • Gelek awêneyên qudretê hene ku ji hev xweşiktir û biriqoktir in. Ji camê heta avê, ji avê heta hewayê, ji hewayê heta esîrê, ji esîrê heta alema mîsalê, heta demê, heta ramanê… îla axir dibe cure bi cure. Di avê de şewqa tiştê kesîf, ne wekî eslê xwe be, di nûraniyê de ne dijberî xwe ye; di hewayê de yek e. Di awêneya hewayê de kelîmeyek dibe bi milyonan kelîme. Di vê çapxaneya qudretê de sirrê tenasulê, bi qelema nexşên hunera îlahî bi awayekî ecêb sûret derdixin. Şewq, ya zanavê yan jî bi zanavê re taybetiyê, yan jî bi zanavê re çawaniyê digire. (Îşarat)

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat