Kitaplar
Dersên Civakî

   Hal ku ev e, delîleke fasid û encameke heq di hiş de tê bi cî kirin.Wesîleyeke batil û xayeyeke heq, di fikir de tê dest nîşan kirin. Heminku xaye û meqsed heq e; fesada ku di delîl û wesîleyan de ye, divê nebe sedemku yekîtiya dilan xera bibe.

   YA SÊYEMÎN: Sedemê îxtilafê, ew cerbeze ye ku hakimê zalim e. Ewcerbezeya ku xwe dispêre ramana rexneyî û reşbîniyê, her tim zalim e.   P- Ew şexsê nediyar ku pirsan dike, careke din dibêje: cerbeze çi ye?   B- (Têbinî)  Di karên mezin ên cihê cihê de, tenê dîtina kêmasiyan cerbezetîye; dixape û dide xapîn. Teybetiya cerbezeyê ew e ku xerabiyê li hev zêde dikeû bi vî awayî wê li hemberî başiyê serfiraz dide nîşandan. (Têbinî)    Wekî mînak: Belxema ku ji hêla her yek kesên ‘eşîrekê ve di nav rojekê de têavêtin, bi cerbezeyê û bi xeyalî qabazdana mekanê bê kirin û di kesekî tenê detiştê ku hatiye avêtin bê temsîl kirin, qiyaskirina kesên din bi wî re û heke biwê nezerê lê bê nihêrtin...   An jî bêhneke nexweş a ku heta salekê ji kesekî tê, bi cerbezeyê liser demê de qabaz bide, di nav deqeyekê de, gelo wî şexsê hazir bêqebûlkirin ku li meydanê ye, dê merivê pêşîn çi qas pîs û pintî, merivêduyemîn çi qas gend û genî bê xwuyan, heta ku xeyal çavê xwe bigire,wehm bi xwe jî bi bêvilê xwe bigire, ji şikeftên xwe birevin, dê heqêaqil tune be ku bi sûfê wan bikeve.   Vaye, kirinên ecêb ên vê cerbezeyê; di zeman û mekanê de tiştên jihev cihê cihê dicivîne, wan dike yek. Bi wê perdeya reş her tiştî temaşe dike.Bi rastî jî cerbeze, bi cûreyên xwe makîneya ecêbiyan e.   Nayê dîtin ku di çavê aşiq de ku xwedî cerbeze alûd e, hemû kaînatbi hezkirin ketiye cezbê, wekî govendê tevdigere û dibişire an jî diçavê dayîkekê de ku bi mirina gedeyê xwe ketiye şînê û di bêhêvîtiyacerbeze alûd de ye, hemû kaînat di nav xemgîniyekê de digirî.   Her kes, fêkiya ku dixwaze û ji xwe re baş dibîne, jê dike.Di vê meqamê de ji we re temsîlek: Wekî mînak: Ji nava we mirovekrêwî yê ku westiyaye, tenê ji bo ku saetek bigere, heke ku bikeve baxçeyekbi kulîk û xemilandî, (Pakbûna ji kêmahiyan taybetiya baxçeyênbihuştê ye û ji her kemilînê re dîtina kêmasiyek, ji pêdiviya hebûn û

 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat