Kitaplar
Dersên Civakî

mewcûdan e û sedem e ku cuz dike kull, belkî ji bo ku hê mezintir bikeû kullê, di cuzê de bi cî bike û wan bi hev re bike şirîk û îttîhadê bixenava wan, ji kemilîna mewcûdan re dibe wesîle. Jiyan, di kesretê de,ji awayekî ve tecelliya wehdetê ye. Mêze bike, cismekî bê-jiyan, hekemîna çiya be jî, êtîm e, munferîd e, bi tena serê xwe ye, xerîb e. Têkiliyawî tiştî, tenê bi wî mekanê wî re û bi wan tiştên ku tevlî wî dibin reheye. Wekî dî çi jî hebin, ji bo wî, ne mewcûd in.   A niha binihêre, gava ku jiyan dikeve cismekî piçûçik, mesela gavadikeve mêşa hingiv, bi temamê kaînatê re munasebeteke wisan çê dikeku bi temamê taîfeyên xwe, bazirganiyeke wisan eqd/peyman dike ûli dar dixe ku dikare bibêje: “Alem, baxçeyê min e; roja min dibiriqe.”Bi wan deh hestên xwe yên ku saîqe/sewqîkar û şaîqe/şewqîkar in, bipi-raniya cûreyên dunyayê re dest bi îhtîsas, dostanî, danûstendin ûteser-rufê dike.   Mêze, jiyan, gava her ku ber bi tebeqeyên însanî ve (berjor) derdikeve,wisan berfireh dibe, li hev vedibe û ronî dibe ku bi roniya aqil,mîna ku li wan odeyên menzîlên xwe digere, wisan jî li wan alemênulwî/qedrbilind, ruhî û cismanî digere. Çawa ku bi mêvanî diçe wanaleman, ew bi xwe jî, li eynika ruhê wî, dibin mêvan. Jiyan, delîlekî herîronîdar û nîmetekî herî mezin ê Zatê Zulcelal e û tecelliya merhemeta wî ye ûneqşekî wî yê wisan zêde nezîh û herî xefî û deqîq e ku naye zanîn.Binihêre, ew jiyana nebatan ku di nav cûreyên jiyanê de ya herîedna ye û ew şiyarbûna bişkoka jiyana wî dendikê wan ku di dereceyapêşî ya jiyana nebatan de ye, digel ku ew qas zahir, pir, bol û biulfet e jî, ji zemanê Adem ve, li ber çavê hîkmetê merivahiyê nepenîmaye û heqîqeta wan nehatiye vedîtin û keşfkirin. Hem ew qas nezîhe ku di nav wî û destê qudretê de, sebebên zahirî hatine danîn. Çimkîdu aliyên wî yên mulk û melekûtî, (tim) paqij, pak û şeffaf in. Qedrêîzzeta qudretê ku raserî wan karûbarên bêqîmet e, bi awayê bêperde,di nêrîna zahirî de, têkilî wan nabe û dixwaze ku tenê, di hêla mulkde, ew sebebên zahirî, di tiştên dî de hebin; lê belê di vê de naxwaze.Hetta meriv dikare bibêje: Heke ne ji jiyanê be, wucûd, ne wucûd e.Jiyan, ronahiya ruh e.   Madem jiyan ev qas hêja ye, madem di alemê de întîzameke kamilheye, îttîqan û îtîqadeke zexm û pêt jî heye. Madem ev kureya me yabêçare û perîşan, bi ev qas xwedîruhan hatiye tijekirin, diyar e ku biîdrakeke sadiq, tê hukumkirin ku di van qesrên esmanî de û di vanburcên bilind de, sakinên wan ên ku li gorî wan in hene. Nar, nûrê naşewitîne.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat