Kitaplar
Dersên Civakî

ê piçûkê nameşrû, ku hûn zirarê bidin îtaetê, hûn dê zulmê li hemû Osmaniyan û Misilmanan bikin. Lewra bêîtaetî, ne zulimek bi tenê ye, bileks xwarin û binpêkirina heqqê bi milyonan nufûs e. Hûn dizanin ku ala tewhîda îlahî, di destê egîdî û şecaeta we de ye. Quwweta wî destî jî, îtaet û întizam e. Lewra hezar eskerê mutî û muntezem çêtir in ji sed hezar eskerê beredayî û bêîntizam. Hewceyê gotinê nîne ku înqilabeke wiha ku sî milyon nufûsî, di muddetê sed salî de nekaribûn bikin, we bi îteatê pêk anî. Ez viya jî dibêjim ku: Ziyan û windakirina zabitekî rewşenbîr û ehlê mektebê, her wekî ziyana bi hezaran neferan e ya di meydana şer de. Lewra niha ya hukimferma, cesareta eqlî û fennî ye. Rewşenbîrek, bedelê bi hezaran e. Biyanî û ecnebî, bi vê cesaretê, bûne xalibê we. Cesareta qelbî tenê, têrê nake.

   Elhasil: Ez fermana Fexrê Alemê(s.x.w.) teblîxê we dikim ku: Îtaet ferz e. Her bijî esker! Her bijî Meşrûtiyeta meşrû!

Ku ev qas alim hene, ji ber ku min wê wezîfeya giran û girîng, da ser milê xwe, nexwe min cinayet kir.

   CÎNAYETA YANZDEHAN: Min li Kurdistanê, halê Kurdan ê perîşan didît. Min fêm kir ku seadeta me, dê bi fennên nû yên medenî çê bibe. Lazim e ku rêyeke wan ilm û fennan a bi silamet, bi destê aliman çê bibe û kaniyeke wan jî, bila medrese bin. Da ku alimên dîn, nêzîkî ilmê fennê bibin û pê çavnas bibin. Lewra dizgîna vîn û îradeya Kurdan, di destê aliman de ye. Ez di dewra îstibdad û zordestiyê de, ji ber van sedeman hatim Stenbolê, bi hêviya seadetê. Wê hingê ev îstibdad û zordestiyên ku niha hatine parvekirin, digel ku bi tevahî di şexsê Sultanê ku vêga ji text hatiye xistinê de dixwuya; min ew ruşwet û para sukût û hişbûnê ku jê re dibêjin meaş û êhsan, qebûl nekir, red kir. Min navê milletê xwe lekedar nekir. Min aqilê xwe feda kir; lê terka hurriyet û azadiya xwe nekir, serê xwe jê re dananî. Êdî ma ku kermêşên din, ew jî ne bi zorê, bes bi xweşî dikarin min bikin hevalbendê xwe. Sal û nîvek e, ez li vir ji bo neşra perwerdeya li Kurdistanê dixebitim. Piraniya Sitenbolê vê yekê dizane.

   Ez ku lawê hemmalekî me. Digel ku dinya ev qas ji min re miyesser dibû jî, min xwe ji rewşa lawtiya hemmalekî û ji halê feqîrtiyê dernexist. Û min digel ku dilê xwe bi dinyayê ve girênedaye. Û min teşebbusa karên wisa kir ku terka wan çiyayên Kurdistanê yên bilind -ku warên herî pir jê hez dikim- kir. Û ji bo millet ketim tîmarxaneyê û tewqîfxaneyê û di dewra meşrûtiyetê de jî, ketim hepisxaneya bi îşkence. Lewma min cînayeteke mezin kir.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat