Kitaplar
Dersên Civakî

bo rehmetê şandiye, ew rastiya ku zekat ferz; riba heram e, delîlê herî baş e ku Îslam, parêzvanê xizanan û penageha jar û belengazan e. Hal ku hal e ev der, rastiyek e ku mezhebê Katolîk, li hember xizan, jar û belengazan, tim û daîm, bûye keleha zaliman.

   Hesta tolhildanê ku bi girseyên gel re, ji ber encama ku mezhebê Katolîk ji entrîkayên siyasî re hat haletkirin çê bû, di Îslamiyetê de, ancax rêya yekî ji hezarî ye. Digel van ferqên zelal û eşkere û van qiyasên ku tu têkiliya wan bi vê yekê re tune ye em jî, heke biketina ser wê rêya ku Ewrûpî lê çûn, piştî ku me cîhana Îslamê bi qasî hezar salî di nav jiyaneke kaosî de bigevizanda û di nav geremol û tevliheviyê de kaşû berkaş bikira -heke qiyas rast be- hîna nû ancax em dihatin diketin rewşa niha ya Fransaya îroyîn. Çi heye ku medeniyeta halê hazir a Ewrûpayê, ji ber ku gelek xirabî û gunehan di xwe de dihewîne, tevîku heke belaş bihata dayin jî, divê nehata standin, ka bi çi awayî maqûl dibû ku hezar sal di rêya wê de bihata serfkirin û hê nû bihata girtin.

   P- Li gor ku di cîhana Îslamê de, ciyê neyartiya bi dînî re tune ye, sedemê ku ev neyartî ji Ewrûpayê hatiye ketiye nava me çi ye?

   B- Di ilmê beyanê de, ew kelamê ku jê re “Meaniyê sanewî” tê gotin,çawan ku hin fikrên ku li gor meqseda wê ne, ronî yan jî tarî dike, biheman awayî, bi şêwaza xwe û tehera îfadekirinê jî ku jê re “Meaniyê‘ûla” tê gotin, hestan carcaran zelal, carcaran jî şêlû dike.

   Binaenaleyh, berhemên biyanî ku bi rêya tercûmekirinê tên ber me,li gor wan meqsedên wan, çawan ku dikarin fikrên me ronî bikin, pirê caran jî, bi awayên xwe yên şêwazî, hestên me tevlihev dikin, hetta dikarin ji rê derînin. Hetta wisan çê dibe ku dîrokzanek an jî edîbekî wan, gava mijarek li ser muqeddesatan an jî li ser xuyanî û mezinên Îslamê tê berê, ew an bê deng dimîne, yan eleqedar nabe yan jî, bi tehera xwe ya beyankirinê, mijarê biçûk dixîne û hetta bêhurmetiyê jî dike.

   Musîbeteke herî mezin jî ku ji Ewrûpayê derbasî nava me bû, ew şêwaza wan e ku bi wan hestên ku bi çavekî biçûkxistî li alimên medreseyêû hemeleyên dîn dinihêrin, mişt dagirtî ye. Çi heye ku ev alim, ji her kesî zaftir layiqî hurmet, merhemet û hezkirinê ne. A rast, qusûrû xeta, ne ji hebûna wan; berevajiyê vê, ji ber wê yekê ye ku zeman rênade ku bi awayekî baş fiîlên/kirinên kamil çê bibin. Bê guman alim,dîrekên bingehîn ên Îslamiyetê ne.

   Zemanekî min bihîst ku merivekî, di sitûna mala xwe de, hin leqîn û qelsî dîtine. Berî ku sitûneke bêhtir biqewet bixe şûnê, gava kiriye

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat