Propogandaya siyasetê, carcaran zêde rewac da derewê. Fenatî û derewkariyê, dereceyek meydan girt. Va ye ji ber vê heqîqetê ye ku tu kes nikare bigihîje sehabiyan. Em hewaleyî wê Rîsaleya ser sehabiyan ku Pêveka Kelîmeya/Peyva Bîst û Heftan e dikin û kurt dibirin.
Gelî birayên min ên vê Camiya Emewî û çar sed milyon îxwanên me yên ehlê îmanê yên piştî çil-pêncî salî ku li mizgefta mezin a alema Îslamê ne! Rizgarî, tenê bi sidq û rastiyê çê dibe. Zincîra ku naqete, sidq e. Ango zincîra herî muhkem ku divê meriv xwe pê ve girê bide,rastî ye; lê belê îca ji bo meslehetê, derew jî, zemên ew nesix kiriye. Hin aliman, ji bo meslehet û zarûretê, fitwaya “demborî” daye. Vî zemanî ev fitwa nayê dayin. Çimkî ew qas hatiye sû-ê îstîmalkirin ku di nav sed zerarê wê de encax yek menfîeteke wê heye. Ji ber wê yekê nabe ku hukum li ser meslehetê bê avakirin.
Mesela: Di seferê de sebebê kurtkirina nimêjê, zehmetî ye; lê belê nabe ku bibe sebeb. Çimkî heddê wê yê diyarkirî tuneye. Dibe ku bikeve sû-ê îstîmalê. Belkî sebeb, tenê sefer bi xwe be. Eynî mîna wê, feyde bixwe jî nikare ji derewê re bibe sebeb. Çimkî heddekî wê yê diyarkirî tuneye,ritameke wisan e ku ji sû-ê îstîmalê re musaît e. Nabe ku hukmê fitwayê, li serê bê danîn. Ku wisan be,
إِمَّا الصِّدْقُ وَإِمَّا السُّكُوتُ
ango rê didu ne; ne sisê. Yan rast an derew an sukût nîn e.
Va ye niha derew û sû-î îstîmala meslehetê û derewkariya erjeng a beşer ku li ber çavan e û derewên beşerî, ewlehiya giştî û asayişa ser rûyê erdê serabin bûye. Helbet ev mecbûr dike ku beşer, bi wê rêya sisiyan bigre û qet’î ferman dike. Yan na heke wiha neke, van herbên giştî, inqilabên bidehşet, suqût û texrîbatên ku di vê nîv-sedsalê de hatin serê beşer, dê qiyametekê bi serê wan de bîne.
Erê, her çi tiştê ku tu dibêjî divê rast be; lê belê ne rast e ku tu her rastiyê bibêjî. Carcaran gava zerar bide, hişbûn çêtir e. Yan na tu fitwa tuneye ji derewê re. Her çi tiştê ku tu dibêjî divê heq be; lê belê ne heqê te ye ku tu her heqiyî bibêjî. Çimkî heke ne xalis be, tesîra/bandora nebaş dike; heq di neheqiyê de serf dibe.
KELÎMEYA ÇARAN: Di temamê jiyana xwe de, tiştê ku ez bi heyata sosyalî ya beşerî qet’î dizanim û encama ku lêkolînên li ser heqîqetan da min, ev e ku:
Tiştê herî zêde ku layiqê hezkirinê ye muhebbet e û sifeta herî zêde