Ayeta
يُخْرجُ الْحَىَّ مِنَ الْمَيِّتِ وَيُخْرِجُ الْمَيِّتَ مِنَ الْحَىِّ
gelek dustûrên mezin û esasî û hin dustûrên umûmî, îfade dike. Şamilê ferd û cemaetê ye, şamilê cure û cinsan e, şamilê kar û meslegan e. Emê tenê mîsalek û dudu yên ku rastiya wan ji hêla piraniya dustûran ve hatiye tesdîqkirinê, beyan bikin.
Emewîtiya laqeyd û sist, di dawiya dawîn de gerî Sunnet û Cemaetê; Elewîtiya bi salabet û tund, axir soxir gîha deriyê Rafizîtiyê. Him ew dînê Xirîstiyanî ku li hemberî zaliman miskînî hilbijartiye, dawiya dawîn berxwe da. Ew Îslamiyeta ku li pêşberî zalim û zordestan, cîhad û îzzeta nefsê, wek dustûr qebûl kiriye, -heywax!- axirî, li miskîniyê asê bû.
Him ew fikr û mezhebê ku destpêka wî, di dereceya teesubê de, bi ezîmet û şidiyayî be, dawiya wî digere sistî û laqaydiyê; ger di serê serî de, tereftarê ruxset û rihetiyê be, dawiya wî, dizivire salabetî û tundiyê. Wek hin Hembelî û Henefiyan. Hetta ya herî ecêb, hin kesên muteessib, tevî ku dijî meslegê wan e, li hemberî kafiran, bi musamehe û dostane tevgeriyan û hereket kirin. Ew Jon Turkên ku di dîn de laqayd û sist bûn, bûn alîgirê neyartî(ya ji kufrê re) û sala-betê. Her wekî ku ciyê xwe yê di destpêka hurriyetê de, bi hev gu-herandin.
Du alim; carnan kurê yê naqis û kêm, dibe kamil; kurê yê kamil, dibe naqis û kêm. Her wekî ku ew şewq û îştihaya wî ya mayî, wek mîrasê, derbasî zaroyê wî dibe. Yê din, ji ber ku têr û tatmîn bûye, di zarokê xwe de, his û ihtiyaceke birçîbûnê ya ji bo ilmê, hişyar nake. Sirra van mîsalên di vê dusturê de, ev e ku: Di însan de, mêyla nûjenî û teceddudê heye. Dema ku xelef/ên paşîn, selefê/yên pêşîn, kamil bibîne û jê derbas nebe, meyl û îhtiyaca xwe bi awayekî din, têr û tetmin dike; carnan jî, eksulemel dike û dibe dijberê wî.
***
وَلَ تَزِرُ وَازِرَةٌ وِزْرَ اُخْرَى
Va ye dustûreke herî adil a Quranî ya derheq siyaseta şexsî û civakî û millî de.
اِنَّهُ كَانَ ظَلُومًا جَهُولً
Va ye qabîliyeta zulmê ya dijwara di mahiyeta însan de. Sirra wê ev e: