Kitaplar
Dersên Civakî

   Çavkaniya Sisiyan: Bi şahidiya aqil û hîkmet û îstîqranê sabit e kudi xulqiyetê de, tiştekî beredayî, li haşê tuneye. Hem Sani’, di fitretê de,di her tiştî de, rêya herî kurt, aliyê herî nêz, sûretê herî xefîf, keyfiyetaherî xweşik bi bîr dixe û dibijêre/dineqîne. Ev jî nîşan e ku îsraf tuneye;îca ev tunetiya îsrafê jî, îşaretî seadeta ebedî dike. Lewra nebûnamutleq, her tiştî ‘ebes û beredayî dike.Bi şahidiya anatomiyê ku zanista li ser tiştên ku ji merivan re bifeyde ye,sabit e ku di fitretê de û di însanan de îsraf tuneye. Ev jî nîşan dide ku ewqabiliyetên manewî, ew ‘emel, fikir û ew meylên ku di merivan de hene jî, dêneyin îsrafkirin.   Ew meyla kamilbûnê ku bi awayekî qet’î îşaretî wucûdeke kamildi-ke û ew meyla seadetê jî, qet’î îlan dike ku ji seadeteke ebedî renamzed e. Heke ne wisan be, ew ‘emel û manewiyên mahiyeta meriva heqîqî teşkîl dikin, ziwa û hişk dibin, heba dibin diçin. Xwediyêcewherekî ku ew xwedî, ew qas bal û îtînaya xwe dide ser qilifê cewherekî hêjaû tew nahêle ku toz li ser wî qilifî dayne; îca ka çawa çê dibe ku ew xwedî, rabewî cewherê yekane/tekane, bişkêne û mehw bike?   Îstîqraya tamme ku cem’a temamê zanistan e, behsa van sê şahidêndi van sê çavkaniyan de, tevî wan nîzamên ku di her yekî ji wan cûreyande hene, dike û ji wan re dibe şahidê sadiq. Îca ya ku wê întîzamakamil, ji îhtîlalê/tevlîheviyê xelas dike û meyla kamilbûnê tetmîn dike,tenê seadeta ebedî ye.   Çavkaniya Çaran: Di gelek cûreyên mîna yewm/roj û salê de, hettadi şexsên merivan de, gelek qiyametên dubareyî yên cûreyî hene kupêjna wê teheqqûqa qiyameteke mezin didin. Belê, ew roj, sal, imrê beşer,dewrên dunyayê ku di saeta mezin a Ellahu teala de ne û ji hevre destpêk in, îca dirûvê wan dide wan çerqên wê saeta di destê merivande ku saniye, deqîqe, saet û rojan dijmêre. Çawa ku di pey şevê desibehê; di pey zivistanê de beharê dihûnin, agahî didin ku di pey mirinêde, sibeha qiyametê, dê ji wê dezgehê, ji wê saeta mezin derkeve.Her kesî di muddetê yek imrekî xwe de, cûreyên gelek qiyametanderbas kiriye. Di pênc şeş salan de, îttîfaq heye ku wî kesî, temamêzer-reyên xwe guhertine; di yek salekê de, wî bi awayê tedrîcî, hêdîhêdî, derece bi derece du caran qiyamet dîtine. Hem yekcaran, emdibînin ku di hin cûreyên heywanan de, hin weqtan, qiyametekecûreyî/new’î (ya giştî) radibe. Yek şexsekî ji merivan, li gor cûreyêndî, di hukmê cûre-yekî de ye. Lewra nûra fikrê, berfirehiyeke wisandaye ‘emelên wî ku ew, wan her sê zemanan -ku zemanê berê, zemanê

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat