Kitaplar
Dersên Civakî

 

مَنْ قَتَلَ نَفْسًا بِغَيْرِ نَفْسٍ اَوْ فَسَادٍ فِى الَْرْضِ فَكَأَنَّمَا قَتَلَ النَّاسَ جَمِيعًا وَمَنْ اَحْيَاهَا فَكَأَنَّمَا اَحْيَا النَّاسَ جَمِيعًا

   Vê ayetê heq e; ne mumkun e ku li dijî aqil be. Heqîqet e; xilêfî mubalexe, tê de tune. Hal ew e ku zahirê wê, nakeve hişê meriv.

   CUMLEYA PÊŞÎN: Destûra herî mezin a edaleta mehza datîne. Dibêje ku: Heyata masûmekî û xwîna wî, heta ji bo hemû însanan be jî, dîsa nahête hederkirin. Çawa ku her du, di nezera qudretê de yek in, her wisa di nezera edaletê de jî, yek in. Çawa ku nîspeta cuziyan a bi bal kulliyan ve, yek e; di mîzana edaletê de jî, nîspeta heqê, eynî wisa ne. Di wê nuqteya nezerê de, nayête gotin ku ev heq mezin e, yan jî piçûk e.

   Lakîn edaleta îzafî, cuziyê, fedayî kullê dike. Lêbelê bi wî şertê ku ew cuzê xwedî îrade, bi eşkere yan jî zimnen, razî be. Ku hemû “ene/ez” biqulibin “nehnû/em”ê û mezcî hev bin û wihareng ruhê cemaetê pêk bê, ji bo ku ferd fedayê cemaetê bibe, dibe ku bi razîbûyî be.

   Çawa ku carnan nûr, wek agir dixûyê, belaxata zêde jî, wek mubalexeyê, tê xûyan.

   Di vir de, nukteya belaxatê, ji sê nuqteyan pêk tê:

   Ya pêşîn: Dide nîşan ku ew îstidada îsyan û hêrs û qehrê ku di fitreta însan de ye, bêsînor e. Çawa qabîliyeta însan a ji qenciyê re, bêdawî ye; her wisa, ji xirabiyê re jî, bêhed e. Û bi xwexemî, însan dikeve rewşeke wisan ku her tiştê maniê hewes û hirsa xwe, heta ku ji desta bê, dinyayê jî, xirab dike û dil heye hemû benî beşer, ji holê rake, ûrt û ocaxên wan biqelîne.

   Ya Duduyan: Tişta mumkin, wisa nîşan dide ku her wekî ku waqî ye û qewimiye û wihareng dereca quwweta îstidada fitrî ya li xaric, dide zanîn û zecr û men’a nefsê dike -nexwe, ew tamara xedrê û dendika îsyanê, herwekî ku ji bilquwweyê/potansiyelê derdikeve û diqulibe wuqûatê û wê fêkiyê ku qabilê wê ye, dide û di reng û rewşa dareke ziqqûmê de, li pêşberî çavên xeyalê radixîne- da ku ew nefret û zecra metlûb, heta koka nefsê bi cîh be. Belaxata îrşadî, weha pêk tê.

   Ya Sisêyan: Hukmê mutleq, carinan wek kulliye, dixuyê; carnan jî, hukmê demî, di sûretê hukmê daîmî de, tê xuyanê. Hal we ye ku yek ferdek di zemanekî de, ger bibe mezher, ji hukmekî re; li gor ilmê mantiqê, ji bo

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat