Kitaplar
Dersên Civakî

   Ji sedî yek bi tenê, derheqê siyasetê de ye. Wê jî, bila ulûlemrên me, bifikirin. Meqseda me ya aniha ew e ku em wê sîlsîleya nûranî bînin xîret û hereketê û wihareng hemû kesî bi coş û şewq û xweziyeke wijdanî, di rêya pêşketinê de sewqê Kabeya kemalatê bikin. Lewra di vî zemanî de, sebebê herî mezin ê î’layê kelîmetullah, teraqqî û pêşketina maddî ye.

   Ez ferdek im ji vê îttihadê. Ez ji wan kesê muteşebbîs im ku dixwazin vê îttihadê bidin nîşandan. Wekî din, ez ne ji wan firqeyan im ku sedemê îftiraqê ne.

   Welhasil: Min bi Sultan Selîm re bey’at kiriye. Û fikra wî ya derheqê Îttihada Îslamê de, min qebûl kir. Lewra, wî kurd hişyar kirin. Wan jî, bi wî re bey’at kir. Kurdên îro, kurdên wî zemanî ne. Selef û pêşiyên min ên di vê meseleyê de, Cemaleddînê Efxanî û Muftiyê Misrê, Merhûm Muhemmed Ebdûh, Elî Sûawî, Xoce Tehsîn Efendî û tevî Kemal Beg û Sultan Selîm in.

QIT’E

Tirsa pevçûn û perçebûnê,

Hetta di quncikê qebra min de jî, min bêqerar û bêhal dike.

Lewra her çiqas îttihad e, çareseriya def’a êrîşên neyaran.

Lê ku millet îttihad neke, vê yekê min xemgîn û melal dike.Siltan Selîm

 

   Min bi zahirî teşebbusê vê yekê kir. Ji bo du meqsedên mezin:

   Ya Yekê: Ji bo ku wî navî, ji texsîs û tehdîdê xelas bikim. Û bidim zanîn ku şamilê hemû mumînan e. Da ku tefrîqa nekeve navê û wehm û weswese çê nebin.

   Ya Duduyan: Min xwest ku bi seddekî, pêşî li îftiraqa wan firqeyên ku bûne sedemê musîbeta bihurî ya mezin, bigrim û wan bikim yek. Sed heyf ku zeman firsend neda min. Lehî hat, ez jî dame ber xwe û hilşandim. Hem min digot ku ger şewatek çê bibe, ez dê wê hinekê bitemirînim. Lêbelê cilên min jî şewitîn û ew şuhreta min a derewîn ku min nikaribû pê re serî derxim, baş bû, ew jî, kuta bû, çû.

   Ez ku merivekî ji rêzê me, kar û wezîfeyeke herî muhîm ku lazim e Meclîsa Mebûsan û hemû Eyan û Wekîl li ser bifikirin, min da ser milê xwe. Nexwe min cinayet kir.

   CÎNAYETA HEŞTAN: Min seh kir ku esker întisabê hin cemiyetan dikin. Hadîseya mudhîş a Yenîçeriyan hate bîra min, min pir endîşe kir û min di rojnemeyekê de wiha nivîsî ku “Cemiyeta herî muqeddes,

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat