Kitaplar
Dersên Civakî

şer’î, dê wê qeweta gel a berê û hêza wî ihya bike. Heke rastî wan qesd û xerezên pîs ên şexsî ku mîna ye webayê neye, hurriyet tam di dema xwe de derket. Ev rewş û pêdiviyên demê, bivê nevê bi awayekî ji awayan, dê wê terbiye bike. Ne sun’î û li gor daxwaza dilan e; da ku muhtacî gelek kulfetan bibe. Mîna zemanê berê, dibe ku ji ber zorpêdayîna van zorî û pêkûtiyan be, ew hemiyeta millî ku ne ji fena û bêhêvîtiyê ye, wisan hatiye coş peroşê ku eynî mîna ku hurriyet, di rehma maderê de, hatiye temenê gihîştin û tekmîlê. Zemanê ku wê gav avêt qada hebûnê, wê ew hukumfermantiya xwe îlan kir û mîna seddeke hesinî yê ku li hember tu pevçûnî xwe zelîl nake û neqeb tê de venabe, yan jî mîna textê Belqîsa, li ser “Pênc Heqîqetên Sabit” hatiye damezrandin û çêkirin.

   Heqîqeta Pêşî: Di giştî de qewetek heye. Tu ferdek, nikare bibe xwedî qewetê. Mîna qeweta têlekî zirav ê di wê şirîta stûr de û qeweta temamê wê şirîtê yan jî, mîna hukûmeta nû ya ku temamê fikran di xwe de dihewîne û mîna wê hukûmeta me ya berê. Ey millet! Em vê gavê, şirîta stûr in. Her kî, bi dijberî û bi xweseranî, rabe vê lawaz bike, cînayeteke wisan li giştî dike ku qet nayê efûkirin.

   Heqîqeta Duduyan: Zemanê berê, li alemê, wehşet bi xwe li ser hukum bû û ji wê wehşetê jî, qewet û cebir derdiket. Îca ev qewet û cebira ku seltenet bi xwe bû jî, mehkûm bû ku li paş bimîne û xera bibe. Ev qewet û cebir, ketibe şûna dewr û daîma xwîna kîjan dewletê, wê ew dewlet, eynî mîna xwe, bi imrekî tebîî qeyd kiriye û wisan kiriye ku bikeve nav pençeya wî ecelê hilweşîn û xerabûnê û rûpelên dîrokî yên dewletên bi wî awayî, mîna hêlînên wan kundan, rêzikên wan, gazî xerabûna wan dikin û qelebalix dikin. Îca di dema biserdegirtina medeniyetê de, hukumfermayê alemê,ilim û merîfet e. Ji ber ku muwellidê wê medeniyet e û şana wê zêdebûn e û umrê wê ebedî ye, ew bûbe jiyan û mudebbirê kîjan dewletê, wê ew hukûmet, mîna xwe, ji wê qeyd û leleya imrê tabîî xelas kiriye û ji wî ecelê xerabûn û pelaştinê rizgar kiriye û îstîdat û qabiliyeteke wisan daye wê dewletê ku ew, bi qasî kureya erdê bijî. Ew rûpelên wan kitêbên Ewrûpayê, bi awayekî elenî, vê nîşan didin. Heke hûn ji vê heqîqetê re mîsal bixwazin, li hukûmeta me ya berê û li hukûmeta me ya niha binihêrin!

   Heke bê gotin: Heta niha, wan merivên adî, dikaribû ev hukûmeta kêmqewet îdare bikira. Îca vê hukûmeta nû ku evqas qewî û metîn e û bi dehşet e, ka divê ew merivên wisan hebin ku nuwaze bin û dahî bin. Digel vî awayî, ka gelo ev zeviya Asya û Rûmelî dikarin mehsûlên wiha bidin?

 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat