Kitaplar
Dersên Civakî

   Ê sisiyan: Uslûb û şêwaza min a xerîb e ku meyla wan zihnên ku bilez, zafî û ulfetê sethî bûne, dide ser bal û dêhnê. Lewra kincê min êku li wî exlaqê min ê xerîb û li wan hestên min tê, wateyan jî diecibîneû wan ji min xwest ku ez şêwazeke mîna kincê xwe, lê bikim. Min jîxatirê wan neşikand, çi heye ku ez baş bi terzîtiya/dirûnkariya alaturka nizanim.

   Ê çaran: Ev bersiv, ciwan e, pîr e; koçerî ye, medenî ye, hurrê mutleqe, hurrê/azadê sînorkirî ye; bi temenê xwe jî, du mehan ji “Hurriyet”êpîrtir e. Mîna ku di nav şeş mehan de, pêncî salan, belkî hîna zaftir,dem derbas kiribe û jiyaye. Çimkî rojnameya ku di dema welidîna wîde tercumaniya fikran dikir, îro gava bi rojnameyekê re bê muwazenekirin,dê wisa bê zennkirin ku di navbera wan de bi esran dem derbasbûye. Hem jî ew dîkê erş ku ji zewaca wê azadiya bêsînor a koçeriyêû azadiya bisînorkirî ya medeniyetê welidiye, mîna wî dîkê sibehêku bi rêya îlhamê, dengê xwe ji ilmê Sani’ bihîstiye, vê sibeha ku divê înqilaba/şoreşa mezin de, tarîtiyan ji hev belav dike, wan zihnênraketî, bi qîrîna xwe hişyar dikir. Ez hêvîdar im ku destpêk û berdewamiyavê bersivê, ango celaleta mewzû/mijar û gayetê û girîngiya kesêku pirsê dipirse, wan kêmasiyên din veşêre.

   Cîhazê wê fikirzayê, şêwazxerîb e û ew mihra wê ya ku pêşin hatiyedayin, baldarî û dîqqet e. Bi ser de jî, ji ber ku tecrîbeya pêşî, înşa-ya/nivîsandina pêşî, telîfa pêşî ye, ew kêmahî û wategirtîtiya wê, nor-male. Hem jî min bi hevokên dirêj gotiye da ku sûretê heqîqetê parçe nebeû li dora heqîqetê xêz çê bike û wê bixe hesarê. Min bi xwarî bi wê negirtû ew wisa neda destê we. Hûn jî dêhn û bala xwe bidinê û wisa pêbigrin. Zemanê berê, wan, ji dîwanên şairan xweşikiyê dabû wî kesêku hukum di destê wî de bû; lê belê ew ne di rêya wan “Xelîfeyênraşîdîn” de bû û gelek ji aliman jî, di dîbaceyên weşandina kitêbênxwe de, qencî û rindiyên gel, bi xesbî dabûn wî kesî hukumdar. Û wan,ew guneyên îstîbdadê bi xwe jî, weke tiştekî ku def’a wî ne îmkan bedidît û ji ber vê yekê jî, wan ew dem û felek, weke hedef didît û wanberê wan tîrên hemû gilî û îtîrazên xwe, daîma bi awayekî ku wateyawan bi tesîra wan dihat zanîn û lefzê wan jî nedihat zanîn, didanser îstîbdadê. Edaleta mutleq ku di bin meşrûtiyeta şer’î de ye, ancaxdikaribû îhtîmal bidaya ku li wî bajarê fezîletê, wê mînaka şênber axweşikiyên eslî yên medeniyetê, nîşan bida. Îca ez ku heme, li çareyekêdigeriyam ku wê îstîbdada ku def’a wê ne îmkan dihat dîtin xera bikimû ez ku yek ji wan ehlê wî esrî bûm ku wan dixwest esasê wî bajarê

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat