Kitaplar
Dersên Civakî

   B- Lîllahîlhemd (Haşiye)  we la fexr! 1 Ew sedemên mîna neseb/malmezinî, nesil, zar û zêç, timayî û xof ku xerezê hişyar dikin û îxlasa niyetê xera dikin û min nas nakin, ez jî, wan nas nakim an jî ez naxwazim  ku wan nas bikim. Lewra nesebeke min a binavûdeng tune ye ku ez bikevim berevaniya rabirdûya wan. Ji ber ku ez “Ebû La Şey”im, min neslek jî nîn e ku ayendeya wê temîn bikim. Min dînîtiyeke wisan heye ku “Dîwana Herbê” jî, nekarî min bi dehşet û tirsandina xwe tedawî bike. Min cahiliyeke wisan heye ku wê, ez kirime ummî û hetta ez nizanim neqş û nivîsên ser dînar û dirheman jî bixwînim. Ma ticareta axretê. Min sondeke wisa kiriye ku heke ez sermayeya xwe ya sereke jî winda bikim, ez dê ji mesleka xwe bi paş ve nezivirim. Ji niha ve dikevim xasaretê/zerarê, dikevim gelek guneyan. Tiştek ma: ew jî şohreteke derewîn e. Ha ez ji wê kerixîm. Ji ber ku ew gelek wezîfeyên ku ez nikarim wê rakim, li min bar dike, jê direvim.

   P- Çima hetta îmkan hebe tu, ji hikûmata meşrûtî ya û ji Jon Tirkên ku zenna baş dikî?

   B- Ji ber ku hetta îmkana we hebe, hetta ji we tê hûn, zenna nebaş dikin, ez jî, hetta ji min tê zenna baş dikim. Heke wisan be, jixwe baş e, na heke ne wisan be, wisan dikim da ku wisan baş bibin, ji bo ku baş bibin rê nîşanî wan didim.

   P- Raya te ya derbarê Îttîhad û Teraqqiyê de çi ye?

   B- Digel ku bi qîmeta wan dizanim, li hember polîtîkaya tund a siyasetmedaran îtîraz dikim. (Haşiye)  Tê hêvîkirin ku ew tundî/şedîdî, li poş-manî û şefqetê wergere û were pêşiya gel. Lewra ez, wan şaxên ku li ser îqtîsad û perwerdehiyê ne, -nemaze li bajaran- bi dereceyeke bê serûber îstîhsan û tebrîk dikim.

   P- Sedemê ku em ketine zîndana zexeliyê çi ye?

   B- Jiyan cîdal/têkoşîn e; şewq jî hespê wê ye. Li şewqê siwar dibe û bi rê dikeve diçe. Ha, gava ku xîreta we li şewqê/halanê siwar bibe û derkeve meydana mucadeleya jiyanê, serê pêşî rastî wê yeisa ku dijminê şedîd e tê. Quwweya wê ya manewî dişkêne. Hûn li hember wî dijminî, şûrê  

لَ تَقْنَطُوا

bi kar bînin.

                                    

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat